"Min ji Wezareta Xebat û Ewlekariya Civakî xwest ku ucreta esxerî jinûve binirxînin"

"Min ji Wezareta Xebat û Ewlekariya Civakî xwest ku ucreta esxerî jinûve binirxînin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Min ji Wezareta me ya Xebat û Ewlekariya Civakî xwest ku digel aliyê kardar bicivin û ucreta esxerî jinûve binirxînin."

Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin daxuyanî dan.

Serokomar Erdogan bal kişand ser korîdora ewlekariyê ya li ser sînorê Sûriyeyê û got, "Dema kêmasiyên korîdora ewlekariyê ya ku em li ser sînorê xwe yê Sûriyeyê çêdikin, biqedin emê dest bi operasyonan bikin."

Erdogan ji bo Lûtkeya NATOyê wiha got, "Emê sibe biçin Lûtkeya Îspanyayê û di warê maf û berjewendiyên welatê me de çi pêwîst be emê bikin. Emê bi belge û delîlan riyakariyên di warê rêxistinên terorê yên weke PKK/YPG, FETOyê ji mixatebên xwe re vebêjin."

Erdogan anî ziman ku di 2 çalên li Edeneyê de yên ku xebata lêgerîna neftê di wan de dihat kirin, nefeta bi kalîteya bilind hatiye dîtin û got, "Nirxa rezerva wê neftê nêzîka milyarek dolar hat hesabkirin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ewê di warê aboriyê sala bê rewşa Tirkiyeyê baştir bibe û got, "Ji meha sibat û adara 2023an şûn de, emê enflasyonê jinûve bi awayekî maqûl û xurt daxînin asteke hê jêrtir."

Erdogan herwiha got, "Ez TBMMê dixwazim ku di hevdîtinên budceya îlawe ya li lijneya giştî de maddeya derbarê dayena Serokomariyê ji deqa qanûnê bê derxistin."

Serokomar Erdogan tekezî li wê yekê kir ku dê ucreta esxerî zêde bikin û got, "Dema ucreta esxerî bê zêdekirin, dê Wezareta me bi taybet ji bo kardarên ku heta hejmareke diyarkirî personelan dixebitînin, rêbazeke nû deynin."

Erdogan anî ziman ku dê tatîlê de yurd bê ucret bin û got, "Hemî yurdên me yên li 81 wîlayetên me, dê ji 15ê temûzê heta 1ê îlonê ewladên me yên 18-25 salî bê ucret bihêwirînin."

Serokomar Erdogan bal kişand ser wê yekê ku dê 20 hezar mamoste werin tayinkirin û got, "Wekî ku me ji bo îsal soz dabû, Wezareta me ya Perwerdeya Neteweyî, dê pêvajoya tayînkirina 20 hezar mamosteyên nû di rojên pêşiya me de bide destpêkirin."

Serokomar Erdogan ragihand ku rojên 13-14 temûzê yên bi dû Cejna Qurbanê de, dê di çarçoveya îzna îdarî de bên hesibandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE