''Min pêvajoya Kovîd-19ê bi rihetî derbas kir û aşî bi kêr hat''

''Min pêvajoya Kovîd-19ê bi rihetî derbas kir û aşî bi kêr hat''

Serok Recep Tayyîp Erdogan nimêja înê li Mizgefta Mezin a Çamlicayê kir.

Serok Erdogan nîvro ji mala xwe ya li Kisikliyê derket û derbasî Mizgefta Mezin a Çamlicayê bû û li wê derê nimêja înê kir.

Dema Serok Erdogan ji mizgeftê derket daxuyanî da rojnamegeran.

- "Pêvajoyê bi rihetî derbas kir"

Serok der heqê nexweşiya şewba Kovîd-19ê ya pê ket da daxuyanî da û got: "Min pêvajoya Kovîd-19ê bi rihetî derbas kir û di vê mijarê da helbet aşî bi kêr hatiye. Min 2 aşiyên Sînovacê û 3 aşiyên Bîontechê li xwe xistin. Di vê merheleyê da ez li ser xwe bûm û neketim nav nivînan lewra min kar û xebatên xwe yên neteweyî û navneteweyî jî li malê domandin."

Der heqê rewşa xanima xwe Emîne Erdoganê da jî Serok got: "Xanima min hê jî nexweş e û hemû tevdîr hatine hildan. Ez wisa bawer dikim heta roja duşemê ew ê jî bi ser xwe da bê înşeallah."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE