"Min ê qelem bida dest wî lê wan çek dan dest"

Necîbe Çîftçî:"Em bi şev û roj di sir û seqem havîn zivistanê da li vê derê ne. Kurê min di şikeftan da dîl maye. Ew tî û birçî li ser keviran radizên. Min ê qelem bida dest wî lê wan çek da dest."

"Min ê qelem bida dest wî lê wan çek dan dest"

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê bi hêviya bigihîjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPê dabûn destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 353yemîn.

Solmaz Ovunça ji bo Baranê kurê xwe yê 5 sal berê di 15 saliya xwe da hat revandin ji Wanê hat beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku hetanî zarên wan neyên ew ê çalakiyê bidomînin.

Ovunçê destnîşan kir ku ji ber ewladê wê kezeba wê diperite û wiha domand: "Zivistan derbas bû, em ji vê derê ranebûn. Ez heta kurê xwe hilnedim ji vê derê naçim. Min mala xwe li Wanê hişt û ez hatim vê derê. Bila wan destên xwe yên qirêj ji ser zarokên me bidin alî."

Necîbe Çîftçiya ji Şemdînliya Hekariyê bo kurê xwe Roşat Çiftçiyê 6 sal berê hatiye revandin çalakiya rûniştinê didomîne diyar kir ku ewladekî wê revandine çiyê, kurê wî yê din ê li birayê xwe digeriya jî ji hêla terorîstên PKKyî va hatiye kuştin wiha domand: "Ev 353 rojin em li pêşiya avahiya HDPê bo ewladên xwe hewl didin. Em bi şev û roj di sir û seqem havîn zivistanê li vê derê ne. Wan du kurê min ji min qetandin. Kurê min di şikeftan da dîl maye. Ew tî û birçî li ser keviran radizên. Min ê qelem bida dest wî lê wan çek dan dest."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE