Wezareta Karên Derva ya Misrê diyar kir ku ew ê di 5-6ê gulanê da li Qahireyê bi heyetên Türkiyeyê ra îstişareyên siyasî bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Misrê da hat destnîşankirin ku îstişareyên siyaî ew ê di seroktiya Sedat Onalê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Türkiyeyê û Hemdî Senad Lozayê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Misrê da werin kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di hevdîtinên îstişarî da gavên lazim dikin biavêjin ku têkiliyên dualî û herêmî yên herdu welatan normal bibin ê werin nirxandin.
Çavuşoglu diyar kiribû ku Misrê heyeteke ji Türkiyeyê dawet kir
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva di weşana zindî ya 15ê nîsanê da gotibû mitabiq man ku di navbera Misir û Türkiyeyê da pêşiyê îstixbaratan kanalan vekirin û bi navbeynkariya wezaretên derva va pêvajoyê bidomînin.
Çavuşoglu gotibû ku di siyaset û dîplomasiyê da carcaran dibe ku ji hev bixeyîdin, dema nêteke hevpar hebe jî têkilî hêdî hêdî pêşva diçin û wiha pê da çûbû: "Misrê heyeteke ji Türkiyeyê dawet kir. Di serê gulanê da heyetê here Misrê."
Çavuşoglu destnîşan kiribû ku heyetê di asta alîkarê wezîran da be paşê jî ew ê bi hemtayê xwe yê Misrê ra were ba hev.
AA