Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got ku di rêvebirina şaredariyan da ew jêhatî ne û wiha pê da çû: "Di mijara şaredariyê da em kesî di ser xwe ra nas nakin."
Erdogan di mitînga partiya xwe ya li Bayrampaşayê hat kirin da axivî û ji bo hilbijartina rêvebiriyên herêmî got: "Mesele bi destê me nebûye meseleyek e ku siberoja Tirkiyeyê eleqedar dike. Bi gotin tevgerên xwe yên li hemberî me wisa kirin.
Serokomar Erdogan bal kişand ser rewşa Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û wiha pê da çû: "Kesê ku serokê CHPyê ev 9 hilbijartin e li serê partiyê ye û 9 caran jî bi ser neket."
Serokomarê Tirkiyeyê bal kişand ser asta demokrasiya li welêt û wiha dewam kir: "Me ji bo ku demokrasiya welatê xwe ku bigihêje asta niha gelek ked da. Niha jî li hemberî wan kesên ku dixwazin bila Tirkiye wekî berê bideyn rayan bixwaze û wan rojan bijî, em ji vê yekê razî nînin."
Ji bo kesên dixwazin welatiyan li hev sor bikin jî Serokomar Erdogan ragihand gel wê bersiva hewce dike bide û wiha domand: "Berê hê encamên hilbijartinê diyar nebûbû ji ser medyaya civakî, li kuçeyan, balafirgehan milet tehdîd kirin, dev avêtin wan û tehrîk kirin. Milet wê vê harbûnê qet bê bersiv bihêle?"
Serokomar Erdogan ji bo namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu jî got: "Namzedê vana şandine? Proje ye proje... Ji wî bo bajarekî wekî Stenbolê qet namzedê serokê şaredariyê mimkun e? Li gor Kemal Beg dibe."