"Mitînga Mezin a Stenbolê" ya Îtifaqa Cumhurê

Mitînga ku Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli tê da beşdar bûn, bi axaftinan dest pê kir...

"Mitînga Mezin a Stenbolê" ya Îtifaqa Cumhurê

Mitînga Mezin a Stenbolê ya Îtifaqa Cumhurê ku Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî tê da beşdar in, bi axaftinan dest pê kir.

Welatiyan şûna alayên partiyên, alaya Tirkiyeyê bilind kirin û hatin qada mitîngê û herwiha peyama "yekîtî"yê dan. Hin welatiyan bi destekî xwe işareta "Rebîe", bi destê xwe yê din jî işareta "Gurê Boz" kirin.

Beriya axaftinan hunermend Esat Kabakli û Mustafa Yildizdogan derketin ser dikê.

Mitîngê bi axaftina Serokê Parêzgehê yê AK Partiyê Şenocak va dest pê kir.

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji xaniyê xwe yê li Kisikliyê bi helîkopterê hat qadê. Erdogan û jina wî Emîne Erdogan derketin ser dikê û silav dan welatiyan.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli, Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê Bînalî Yildirim, serokwezîra berê Tansu Çiller, hin wezîr, parlamenter û gelek vexwendî di mitîngê da ciyê xwe girtin.

Ji axaftina Bahçelî sernavên derketin pêş ev in:

"Stenbol, dîrok e, şaristanî ye, biratî ye, feth e û herwiha bajarê herî mezin ê Tirk Îslamê ye.

Niha em li parzemîna Ewropayê ne, em li Yenîkapiyê ne. Ey qatil ka werin em we jî bibînin, ka werin em mîna kalikên we, we jî bixin binê erdê.

Stenbol, birayê Qudsê ye, qedera Kerkûkê ye, hêviya Kaşgarê ye.

Bi navê Konstantinopolis ciyek tuneye. Ligel vê bi navê Kurdistan dê qet ciyek çênebe. Stenbol, nimûneya namûsa miletê Tirkê Misilman e, şerefa hilala me ye.

Dema mijar welat, milet, îstiqlal û beqa be, em nikarin bibin bendeyên nefsa xwe, em nikarin li hemberî egoyên xwe têk biçin.

31ê Adarê, hilbijartina beqayê ye, ji bo Stenbolê hilbijartineke qederê ye. Di 31ê Adarê da bi tu awayî divê îzin û îcazetê nedin kesên ku di bin banê ziletê da kom bûne û dafikê datînin ber Tirkiyeyê.

Li Stenbolê divê bi tu awayî rê nedin zileta ku bi navê qaşo demokrasî, qaşo îtifaqa sandoqê dane ser rê.

Birayên me yên ku bi eslê xwe Kurd in, dê vê plana xaîn têk bibin, ziletê red bikin û şemaqekê li HDPya ku aparatê siyasî yê PKKyê bide.

Nijad, herêm, mezheb û zimanê wî yê dayîkê çi dibe bira bibe, her welatiyekî Tirk, nirxekî pîroz ê yekîtiya me ya neteweyî û biratiya me ya hezar salî ye, nîşaneyeke wê ye mezin e ku ciyê wê nayê dagirtin.

Bira tu kes ji ser 3 milyon birayên me yên bi eslê xwe Kurd ên li Stenbolê ra planê nekin, lîstikên qirêj çênekin û bira wisa nefikirin ku dê bibin şirîkê ziletê."

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim di Mitînga Mezin a Stenbolê ya Tifaqa Cumhurê da axivî.

Di mitîngê da Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî cih girtin.

Yildirim silav da kesên beşdarî mitîngê bûn û got: "Tifaqa Cumhur şeva 15ê Tîrmehê ya ku rûh da Yenîkapiyê ava bû. Heta hûn vê meydanê tijî bikin, ne xayîn dikarin me têk bibin, ne jî em yên êrîşê li aboriya me dikin ra dibêjin serçavan."

- "Ev soz soza Yildirim e"

Yildirim der barê namzediya xwe ya ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê da jî wiha got: "Ez soza bajarekî zêdetir aram, zêdetir biewle, soza Stenbolê didim. Waye ev soz soza Yildirim e." 

Yildirim bangî kesên beşdarî mitîngê bûne kir û wiha got: "Em dawiyê bi Bînalî ra bikin?"

- "Rêwîtî wê li Stenbolê êdî nebe eziyet wê bibe şahî"

Der barê xizmetên ku dixwazin bikin da jî Yildirim wiha dewam kir: "Rêwitiya bi pergala biray ya ku emê çêkin va bê kirin wê li Stenbolê êdî nebe eziyet wê bibe şahî."

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Mitînga Mezin a Stenbolê ya Îtifaqa Cumhurê da diaxive.

Serok Erdogan daxuyand ku ewê vekirina Girava Demokrasî û Azadiyan (Yassiada) piştî hilbijartinê bikin

Ji axaftina Serok Erdogan hin sernavên derketin pêş ev in:

"Li gor reqama fermî ya ku gihîşte destê min milyonek û 600 hezar kes li Yenîkapiyê ne.

Em bi birayên me yên dil dane AK Partî û Partiya Tevgera Neteweperwer yên baweriya wan bi Tifaqa Cumhur hene ra waye ji bo Stenbolê careke din li Yenîkapiyê ne. Li gor reqama fermî ya ku gihîşte destê min niha milyonek û 600 hezar kes li Yenîkapiyê ne.

Înşallah piştî 1ê Nîsanê dîsa li vir ji bilî vê serkeftinê bêyî ku zêde dem ji ser ra derbas bibe, em şahiya serkeftinê jî bikin.

Armanca me heta 2023an (li Stenbolê) kapasîteya otoparkê heta 123 hezaran zêdekirin e.

Me temela wê avêt, heke nesîb bibe di demeke kin da emê çêkirina Navenda Çandê ya Ataturkê xilas bikin.

Em Geliya Biyoteknolojiyê ya Tuzlayê ya ku bihayê wê qasî 6 katrilyon lire ye ava dikin.

Em bi bihayê 3,5 katrilyon lireyî Navenda Pêşvabirinê ya Teknolojiyê ava dikin.

Li herdu aliyê bajêr emê halên sebze û fêkiyan, xurekên hişk, berên avê yên perakende tên firotin ava bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Adar 2019, 18:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE