Mitîngên "Lenetkirina Terorê Daweta Biratiyê"

Li bajarên cuda yên bajêr bi beşdariya gelek saziyên civakî yên sivîl û welatiyan mitîngên "Lenetkirina Terorê, Daweta Biratiyê" hatin lidarxistin.

Mitîngên "Lenetkirina Terorê Daweta Biratiyê"

Li bajarên cuda yên bajêr bi beşdariya gelek saziyên civakî yên sivîl û welatiyan mitîngên "Lenetkirina Terorê, Daweta Biratiyê" hatin lidarxistin.

Bi serkêşiya Komeleya Mafên Mirovan û Xazî û Malbatên Şehîdan a Bîngolê (BÎŞHAK) bi piştgirya gelek saziyên civakî yên sivîl mitînga "Lenetkirina Terorê, Daweta Biratiyê" hat lidarxistin. Welatî û endamên saziyên civakî yên sivîl ên ku li ber derê kuleya saetê ya Taxa Yenîşehîrê kom bûn bi alayên Tirkiyeyê ra ji Kolana Gençê heta Qada Berxwedana 15ê Tîrmehê meşiyan. Di destê beşdarvanan da di meşê da 209 mêtro dirêj alaya Tirkiyeyê hebû. Beşdarvanan dirûşmeyên wekî "şehîd namirin, welat parçe nabe" û "Bila PKK qehr be" berz kirin û bertek nîşanî terorê dan.

- Elezîz

Li Elezîzê jî welatiyan alayên Tirkiyeyê hildan destê xwe û meşiyan û bertek nîşanî êrîşên terorê yên dijî hêzên ewlehiyê û gelê sivîl dan û terorê lenet kirin.

Gelek kesên ku bi serkêşiya saziyên civakî yên sivîl li ber derê Mizgefta Îzzetpaşa kom bûn bi alayên Tirkiyeyê ra tekbîr anîn û dirûşmeyên wekî "Bila PKK qehr bibe, "Tirk û Kurd bira ne, PKK qelleş e", "Şehîd namirin, welat parçe nabe" berz kirin û heta Qada Aymet Aytar meşiyan.

- Agirî

Piştî mewluda ku li Mizgefta Navend a Agiriyê hat dayîn koma ku bi serkêşiya rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr hat bal hev bi alayên Tirkiyeyê ra ji ber derê mizgeftê hetaber bi Meydana Abîdeyê va derketin rê.

Kesên di komê da paşê tekbîr anîn û bi dirûşmeyên wekî "Şehîd namirin, welat parçe nabe", "Bila PKK qehr bibe", "Welat canê min ji bo te feda ye" berz kirin û heta meydanê meşiyan.

Kerem Engîn wir li ser navê SCSyan daxuyaniya çapemeniyê da û got ku êrîşa PKKya rêxistina terorê ya li Qulpa navçeya Diyarbekirê ya dijî sivîlan şermezar dikin.

- "Dayikên li Diyarbekirê agirê hêvî, berxwedan û ronahiyê pêxistin"

Engîn jinên ku li ber derê Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê ji bo zarokên xwe yên ku rêxistin ew revandine serê çiyê çalakiya rûniştinê dikin jî destnîşan kir û got ku "Em ji dayikên xwe yên li Diyarbekirê ra silavan dişînin. Wan agirê hêvî, berxwedan û ronahiyê pêxistin. Em jî binê piyê wan dayikan maç dikin."

- Tuncelî

Li Tunceliyê jî koma ku bi hezaran kesî pêk tê û dixwaze ku bertek nîşanî êrîşa dijî sivîlan a li Diyarbekirê bide li ber derê avahiya Midûriya Bajêr a SGKyê ya Taxa Ataturkê hatin bal hev.

Piştî xwendina Qur'ana Pîroz kesên di koma ku Walî Tuncay Sonel jî di nav da bû bi alayên Tirkiyeyê ra bi dovîzên ku li serê "Bila PKK qehr be" û "Şehîd namirin welat parçe nabe" nivîsandî ra dest bi meşê kirin.

Kesên di komê da dirûşmeyên wekî "Her bijî kesê ku dibêje ez Tirk im" berz kirin û heta xaçerêya li ber Midûriya Çandê ya Bajêr meşiyan.

- Wan

Li Wanê ji hêla Înîsiyatîfa Piştevaniya Sivîl a ku bi beşdariya 51 saziyên civakî yên sivîl hat avakirin va meş hat lidarxistin. Meş ji Parka Kurtuluşê ya li navçeya Îpekyoluyê dest pê kir.

Bi hezaran kesên ku di destê wan da alayên Tirkiyeyê hebûn tekbîr anîn û dirûşmeyên wekî "Bila PKK qehr bibe", "Tirk û Kurd bira ne, yê cudahiyê dike qelleş e", "şehîd namirin welat parçe nabe" berz kirin û ji Kolana Kazim Karabekir heta ber derê Mizgefta Hz. Omer hatin. Berdevkê Înîsiyatîfê Mehmet Alî Uca piştî xwendina Qur'ana Pîroz axivî û got ku ji bilî rijandinê xwînê û xirakirina aramiya civakê tu armanca PKKya rêxistina terorê tune.

- Hekarî

Li Hekariyê qerebalixiya ku Walî Îdrîs Akbiyik û endamên protokolê jî di nav da bûn li ber derê Navenda Ciwaniyê hat bal hev û bi alayên Tirkiyeyê ra ji Kolana Cumhuriyetê heta ber derê avahiya Walîtiyê meşiya. Welaiya tekbîr anîn û dirûşmeyên wekî "Bila PKK qehr bibe", "Şehîd namirin, welat parçe nabe", "Hekarî li vir e xaîn li ku ne" û "Tirk û Kurd bira ne, PKK qelleş e" berz kirin.

Saziyên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî piştgirî dan meşê. Walî Akbiyik piştî meşê axivî û got ku bi saya yekîtî û bihevrabûna vê gelê tu hêz dê nekare Tirkiyeyê parçe bike.

Akbiyik got ku hêzên ewlehiyê li her derê ketiye pey terorîstan û got ku "Înşeallah heta ku li van axan terorîstek tenê nemîne dê ev têkoşîn dewam bike. Kesên ku gule berdidin vê gelê mezlûm dê cezayê xwe bikşînin."

- Mûş

Li Mûşê bi meşa ku bi serkêşiya saziyên civakî yên sivîl hat lidarxistin û daxuyaniya çapemeniyê êrîşên xaîn ên PKKya rêxistina terorê lenet kirin.

Qerebalixiya ku li ber derê Mizgefta Mezin a Navend civiya bi dirûşmeyên "Bila PKK qehr bibe" bi alayên Tirkiyeyê ra heta ber derê avahiya şaredariyê meşiyan.

Walî Îlker Gunduzoz wir wir axivî û da zanîn ku dê firsendê nedin kesên hewl didin li welêt aloziyê derxînin û got ku "Li Diyarbekirê çendî roj in 28 dayikên me yên çav bi girî nobedê digirin. Ey xaîn hûn dê yên ku we xapandibûn bidin. Hûn hewl didin ku ciwanên me jehrî bikin lê gel şiyar bû êdî. Ev gel bira ye tu nikarî tu kesî bi yê din bidî kuştin. Biratiya gelan tune miletek heye, em hemû bira ne, em hemû yek in, alayek, miletek."

- Bidlîs

Li Bidlîsê Koma Înîsiyatîfa Sivîl a Dijî Terorê meşa "Lenetkirina Terorê, daweta biratiyê" li dar xist.

Qerebalixiya ku li Gokmeydanê hat bal hev ji Nişîva Sînemayê ya dîrokî heta ber derê Mizhefta Mezin meşiya. Di destê komê da alayên Tirkiyeyê hebûn û komê dirûşmeyên "Şehîd namirin welat parçe nabe" berz kirin.

Piştî xwendina Qur'ana Pîroz Kordînatorê Herêma Rojhilatê Anadoluyê yê Platforma Piştgiriya Perwerdeyê Kadîr Kostekçî axivî û diyar kir ku êrîşa PKKya rêxistina terorê ya li Diyarbekirê ya dijî gelê sivîl bi tundî şermezar dikin.

Kostekçî got Xwedê rehma xwe li kesên ku di vê êrîşê da şehîd ketin bike, serê malbatên wan sax be û Xwedê şifaya xêrê bide birîndaran jî.

Kostekçî wiha axivî:

"Ev êrîş bila ya dawî be û em dixwazin ku êdî ev belaya terorê ji pîsera me vebe. Dema em li rabirdûyê dinêrin 283 dibistanan xisar dît, hatin şewitandin, 142 mamoste şehîd ketin, 135 mizgeft hatin hedefgirtin, 11 Qursên Qur'anê hatin tehrîbkirin, êrîşên xebatkarên tenduristiyê kirin, ambûlans şewitandin. Di 35 salan da 20 hezar zarok, di navbera salên 2013-2015an da jî ji 2 hezarî zêdetir zarok derxistin çiyê. Çendî caran gelê sivîl hedef girtin, qetlîam kirin. Em wek sivîl wekî berî niha ji niha pê va jî dijî van kirinan dengê xwe bilind dikin. Di têkoşîna dijî terorê tê kirin da girîngiya înîsiyatîfa sivîl li holê ye. Em di vê çarçoveyê da wêrekiya dayikên li Diyarbekirê pîroz dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 15 îlon 2019, 12:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE