Mizakereyên Rûsya û Ukraynayê bi rêya vîdeo konferansê didomin

Medînskiy bal kişand, ev format hem ji hêla demê û hem jî ji hêla darayî teserûfê pêk tîne û her wiha got ku ew vê yekê ji bo siberoja aştîxwaz a Rûsyayê dikin.

Mizakereyên Rûsya û Ukraynayê bi rêya vîdeo konferansê didomin

Hat ragihandin, mizakereyên heyetên Rûsya û Ukraynayê bi rêya vîdeo konferansê didomin.

Şêwirmendê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn, Vladimir Medînskiy ku di mizakereyên digel Ukraynayê da serokatiya heyeta Ûris dike, di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê da wiha got, "Mizakereyên digel heyeta Ukraynayê dawiya hefteyê jî di nav da her roj bi rêya vîdeo konferansê tên kirin."

Medînskiy bal kişand, ev format hem ji hêla demê û hem jî ji hêla darayî teserûfê pêk tîne û her wiha got ku ew vê yekê ji bo siberoja aştîxwaz a Rûsyayê dikin.

Alîkarê Serokê Ofîsa Serokatiya Dewleta Ukraynayê Mîhaîl Podolyak ku serokatiya heyeta Ukraynayê dike jî di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê da diyar kir, mizakereyên tûra 4emîn "dijwar" bûn û wiha got, "Mizakere ji bo aştî, agirbest, vekişîna yekîneyên eskerî û garantiyên ewlekariyê tên kirin."

Podolyak diyar kir ku "navbera teknîkî" bo mizakereyan hat dayîn û her wiha mizakere dê sibê dîsa bidomin.

Mizakereyên Rûsya û Ukraynayê di 28ê Sibatê, 3yê Adarê û 7ê Adarê da li ser sînorê Belarûsê hatibûn kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE