Mizgefta Ayasofyayê dê sibê bê vekirin

Li Mizgefta Ayasaofyayê ji bo merasima ku dê ji ber vekirina îbadetê ra bê lidarxistin amadehiyên dawîn tên kirin...

Mizgefta Ayasofyayê dê sibê bê vekirin

Daîreya 10emîn a Şêwra Dewletê biryara Lijneya Wezîran a bi dîroka 24ê sermaweza 1934an a ku Ayasofyayê ji mizgeftê guherand muzeyê petal kir û piştî vê Ayasofya dewrî Serokatiya Kar û Barên Diyanetê kirin û Biryara Serokkomariyê ya der barê ji bo îbadetê vekirinê da di 10ê tîrmehê da jimara dubare ya Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Piştî biryar hat dayîn ku ji nû va îbadetê ra bê vekirin Mizgefta Ayasofyayê ji bo demeke kurt ji ziyaretê ra hat girtin û niha li mizgeftê ji bo merasima ku dê ji ber vekirina îbadetê ra bê lidarxistin amadehiyên dawîn tên kirin.

Serokatiya Kar û Barên Diyanetê mêvanên ku dê hildin Mizgefta Ayasofyayê dawet dike.

Ji ber şewbê li Mizgefta Ayasofyayê û dora wê ji bo jinan 2 ji bo mêran jî 3 bi tevahî 5 cihên vekirî yên cuda wekî cihê nimêjkirinê hatin diyarkirin. Ji bo mêran Meydana Ayasofyayê, Meydana Sultanehmedê û Kolana Yerebatanê; ji bo jinan jî cihê li ba Tirbeya Sultanehmed û Parka Mehmet Akîf hat veqetandin.

Ji bo qadên ku dê lê nimêj bê kirin ji Meydana Beyazitê, Sîrkecî û Çatladikapiyê ji 3 îstiqametan bikarin bên. Piştî ku polêsan li 11 cihên kontrolê yên cuda lêgerîn kirin dê mirov bikarin bikevin qadên nimêjê. Ji bo ku li cihên lêgerînê derbas bûn bilez û hêsan çêbe ji welatiyan hat xwestin ku çenteyên destan û piştan bi xwe ra neynin.

- Daketina qadên dê lê nimêj bê kirin dê ji saet 10.00an pê va dest pê bike.

Şaredariya Fatihê dê di çarçoveya tevdîrên şewbê da îşev ji saet 20.00ê da dest bi îşaretkirina nîzama sefên li cihên ku dê nimêj bê kirin bike û heta sibehê temam bike.

Daketina qadên dê lê nimêj bê kirin dê sibê ji saet 10.00an pê va dest pê bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE