Welatiyên dixwazin piştî 86 salan li Mizgefta Ayasofyayê nimêja înê ya ewil bikin bi nimêja sibê pê va berê xwe dan herêmê.
Welatiyên li 11 herêmên kontrolê yên li ser rêyên mizgeftê qerebalix bûn hildidin herêmê.
Welatiyê ji aliyê Çatladîkapiyê ra tên jî li konê hat avakirin bi destê wezîfedaran tên pêşwazîkirin. Wezîfedar piştî dezenfektanê li destê welatiyan dikin rûpêç û sicadeyê didin wan. Bufeya mobîl a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî li welatiyan çay û simîtan belav dike.
Li bendê ne ku Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî beşdarî merasima vekirinê bibin. Gelek turîstên xwecî û biyanî jî tên herêmê.
Li herêma gelek tevdîrên ewlehiyê hatin hildan gelek ekîbên polêsan jî bi cî bûn.
Piştî saet 10.00an ew ê welatiyan derbas bikin.AA