''Mizgefta Teqsîmê ji niha va di nav sembolên Stenbolê da ciyê xwe yê bijarte girtiye''

''Mizgefta Teqsîmê ji niha va di nav sembolên Stenbolê da ciyê xwe yê bijarte girtiye''

Serok Erdogan: "Mizgefta Teqsîmê ji niha va di nav sembolên Stenbolê da ciyê xwe yê bijarte girtiye."

"Mizgefta Teqsîmê ku me lê nimêja înê ya ewil kir hêvî dikim ku ji bona Stenbol, welatê me û alema Îslamê bibe wesîleya xêrê."

 "(Mizgefta Teqsîmê) Li ciyê mizgeftê mescid tunebû û mixabin ji bona çêkirina mizgeftê destûr nedihat dayîn, mumînan li dereke mîna koxekî bû li ser rojnameyan nimêja xwe dikirin."

"Mizgefta Teqsîmê piştî têkoşîneke ku qederê sedsal û nîvekî ye didome li Stenbolê hatiye çêkirin."

"Li gor min Mizgefta Teqsîmê ji bona Mizgefta Mezin ya Ayasofyayê ku me demek berê vekir silavek e û ji bona salewexta 568emîn ya fetha Stenbolê diyariyek e."

 "Di heyama dawîn da piştî temamkirina Mizgefta Çamlicayê ya Mezin û Ayasofyaya cardin ji bona îbadetê hat vekirin vê mîrateya manewî ya sêyemîn ku me li Stenbolê çêkir bawer dikim ku bi sedsalan mîna qendîlekê bajarê me ronî bike."

 "Bira gumana we tunebe ku dengê li ber Mizgefta Teqsîmê olan dide emperyalîstê li ser welatê me hesabên wan hene, alîgirên terorîstan û neyarên mirovahiyê aciz dike."

"Miletê me bi hezaran sale wek canê xwe li welatê xwe xwedî derketiye û bi xwedana eniya xwe welatê xwe parast û ji bo pêşketina wê jî hewl da lê wê dawiya dawî mirazê wan kesên dixwazin dewleta me qels bikin û biratiya me serobin bikin di çavê wan da bimîne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE