"Îmkana Turkiyeyê çêbû ku li hember qeyranan refleksên hê çalak nîşan bide"

Serok Erdogan: "Bi saya pergala nû Turkiyeyê derfet û îmkanan bi dest xist ku li hember qeyranên herêmî û kurewî refleksên hê çalak, zû û berfireh nîşan bide."

"Îmkana Turkiyeyê çêbû ku li hember qeyranan refleksên hê çalak nîşan bide"

Serok Recep Tayyîp Erdogan der barê Pergala Hikûmeta Serokkomariyê da wiha got: "Bi saya pergala nû Turkiyeyê derfet û îmkanan bi dest xist ku li hember qeyranên herêmî û kurewî refleksên hê çalak, zû û berfireh nîşan bide."

Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di Civîna Nirxandinê ya 2 Salan ya Pergala Hikûmeta Serokkomariyê da axivî.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da got ku Pergala Hikûmeta Serokkomariyê di lêgerîna me ya demokrasiyê ya 200 salî da reforma rêvebiriyê ya tekane ye ku rasterast bi îradeya gel çêbûye û wiha dewam kir: "Bi saya pergala nû Turkiyeyê derfet û îmkanan bi dest xist ku li hember qeyranên herêmî û kurewî refleksên hê çalak, zû û berfireh nîşan bide."

Erdogan destnîşan kir gava meriv pergala xwe ya rêvebiriyê biguherîne helbet ji siyasetê bigire heta guherînên civakî di gelek waran da bêguman tengasî çêdibin û got ku di du salên dawîn da wek Serokkomar bi îmzeya min me bi 64 biryarname û 2 hezar û 755 biryaran bênavber xizmeta gelê xwe kir.

Serok Erdogan got ku gava em ya herî xweşik, baş û maqûl bi dest bixin dil û siyaseta me ji bona her cure guherînê vekiriye.

Erdogan diyar kir wek dewleteke ku çav bernade heqê kesî û heqê xwe jî bi her awayî distîne wê di rêya xwe da bi heman awayî hereket bikin.

Serok Erdogan balê kişand ser pêvajoya di şewba Kovîd-19ê da got ku tevî heyama şewbê di bernameyên xebatê yên 180 rojî da ku me plan kiribû me ji sedî 93yê 2 hezar û 384 xebatên sereke temam kirin û wiha dewam kir: "Di têkoşîna dijî vîrusa koronayê da heta îro me daxwaza alîkariya amûrên tenduristiyê ya 136 dewlet û 4 saziyên tenduristiyê yên navneteweyî bi cî aniye."

Erdogan destnîşan kir di du salên dawîn da ji bona dibistana seretayî û navîn 2 hezar û 805 dibistanên nû çêkirine, 15 hezar polên nû ava kirine û 87 hezar û 681 mamoste tayîn kirine.

Serok Erdogan diyar kir di du salên dawîn da dijî PKKya rêxistina terorê jê 224 hezar li dorberê û ji 10 hezarî zêdetir jî li bajaran me ji 234 hezarî zêdetir operasyon kirine û wiha axivî: "Di operasyonên dijî terorê da me bi tevahî 2 hezar û 354 terorîst berteref kirine û bi vî awayî hejmara terorîstên li nav welêt daketiye reqamên 400î."

Erdogan destnîşan kir di têkoşîna dijî FETOya ku failê bêbextiya herî mezin ya dijî welat û gelê wan e 17 hezar operasyon li dar xistine û got ku ji burokrasiyê bigire heta karsazan me piraniya pêkhateyên FETOyê xera kir û yên mane jî em hê jî ji holê radikin.

Serok Erdogan diyar kir hêza derbekarên ku gef li Trablusê dixwarin şikênandine û wiha got: "Em hin geşedanên di demên dawîn da jî temaşe dikin, bira kes hewes neke, em rê nadin wan jî."

Erdogan destnîşan kir li ser xeta Enqere-Sêwasê ya ku dema rêwîtiyê dadixe 2 saetan seferên ceribandinê didomin û got ku em dixwazin beşa ewil dawiya salê bikin xizmetê.

Serok Erdogan diyar kir îxracata wan ya di 2002yan da 36 milyar dolar bû û di 2019an da derxistine 5 qatî û niha jî gihîştiye 180,8 milyar dolarî û got ku hedefa me ew e ku heta 2023yan li welatê me herî kêm 10 şirketên nû yên bi milyar dolarî derxin.

Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser hilbijartinên li Sûriyeyê û wiha axivî: "Van rojan li Sûriyeyê hilbijartinekê dikin. Qaşo hilbijartin. Hilbijartineke wiha qet dibe? Kanê ew welatên dinyayê yên dibêjin 'demokrasî, demokrasî' ew lê kê derê ne?"

Serok Erdogan der barê hilbijartina li Sûriyeyê da got yên ku dibêjin ew di demokrasiyê da pêşva çûne, Neteweyên Yekbûyî; nabêjin 'Hûn çi dikin?' welatî mecburî rayê didin û wiha pê da çû: "Ew ê li gor dilê xwe encamekê jî eşkere bikin. Li hemberî vana ji bo wan mezlûman û mexdûran em mecbûr in ku dengê xwe bilind bikin."

Erdogan got ku birayên me û cînarên me yê hezar salî gelê Sûriyeyê heta ku bigihêje azadî, aramî û ewlehiyê emê li vî welatî bimînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE