"Mîna ku me soz daye gelê xwe sala 2021ê wê bibe sala reformên demokratîk û aboriyê"

"Mîna ku me soz daye gelê xwe sala 2021ê wê bibe sala reformên demokratîk û aboriyê"

Serokê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Mîna ku me soz daye gelê xwe înşellah sala 2021ê wê bibe sala reformên demokratîk û aboriyê."

Erdogan ji Qesra Vahdettîn bi weşana zindî beşdarî Merasima Vekirinê ya Derbasbûna Bajêr ya Ankara-Gölbaşıyê bû.

Serok Erdogan di axaftina xwe da got ji bona dirûvekî rastîn yên paytextê bidin vî bajarî (Ankara) em zehf xebitîn û wiha dewam kir: "Ji bona Ankara bi rêbej, rêhesin û rêhewayê ji pêşerojê ra amade be me veberhênanên dîrokî kirin."

Erdogan diyar kir dizanin ku kesên bi kefteleftî ji bona veberhênanên wan asteng bikin hewl didan niha jî bi kêfeke mezin ji van xizmetên wan îstifade dikin û wiha axivî: "Em biryardar in ku rûyê rastîn yê hişmendiya kesên ku bi her awayî dijî kesên xizmeta vî welatî dikin bi derew û buxtanan êrîş dikin û destdirêjî, tecawiz û diziya di nav xwe da vedişêrin, derxin meydanê."

Serok Erdogan destnîşan kir gelê wan kesên ku berê û niha ji bona xêra welêt tu veberhênan û karekî serkeftî nekirine baş nas dike û wiha peyivî: "Bi baweriya ku şeref, siyaset û payeya herî mezin ew e ku meriv ji gelê xwe ra berheman çêke û xizmetê bike em ê bi şev û bi roj bixebitin."

Erdogan diyar kir di heman demê da li gelek eniyan têdikoşin û got ku heya em bi ser nekevin em ê nesekinin, bîna xwe nedin û xwe nedin paş.

Serok Erdogan destnîşan kir behsa hişmendiyeke sefîl dikin ku ji ber xaza ku wan li Behra Reş dîtiye kêfxweş nabin û dilê wan bi dewlet û gelê wan ra nîne û wiha got: "Digel hişmendiya ku haya wê ji mezinahiya welatê me, potansiyela gelê me û cehda însanên me tuneye Türkiyeyê bigihêje hedefên xwe yên 2023yan."

Erdogan diyar kir Türkiyeyê di mîmariya kurewî ya nû da ji hêla aborî û siyasî da tiştê ku heq dike wê bistîne û got ku hemû geşedanên li herêma me û dinyayê diqewimin hêz û girîngiya Türkiyeyê zexim û piştrast dikin.

Serok Erdogan destnîşan kir di serî da gihandin di her warî da veberhênan, proje û xebatên xwe bênavber didomînin û wiha axivî: "Em biryardar in ku giranî bidin ser reformên bingehîn, pergala şer ya faîz, kur û enflasyonê dixwazin me tê da hepis bikin bişikînin û pergaleke li ser hilberîn û îstixdamê ava bikin."

Erdogan got ku ne bi Ewropa û Amerîkayê ra, ne bi Rûsya û Çînê ra û ne jî bi dewletên din yên li herêma me ra pirsgirêkeke me yê taybet tuneye û pirsgirêkekeke ku neyê çareserkirin jî tuneye û wiha dewam kir: "Bi şertê ku siyanetê nîşanî desthilatdarî, heq, hiqûq û potansiyela me bidin em amade ne ku bi her kesî ra biaxivin, li hev bikin û hevkariyê bikin."

Serok Erdogan destnîşan kir reformên demokratîk ji ber ku hin kesan ew mecbûr kirine nakin, ji bona her ferdên gelê wan layiqî vê ne em dikin.

Erdogan got mîna ku me soz daye gelê xwe înşellah sala 2021ê wê bibe sala reformên demokratîk û aboriyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE