Modêla Nû a Aboriyê hat eşkerekirin

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak Modêla Nû ya Aboriyê eşkere kir.

Modêla Nû a Aboriyê hat eşkerekirin

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak Modêla Nû ya Aboriyê eşkere kir.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak: "Pêkanîna serbixwebûna polîtîkayên pereyan jî prensîba me ya din e."

"Di nêrîna teze ya aboriyê da prensîba me ew e ku bi hemû hevkarên me yên piyaseyê ra têkiliya çalak daynin û pêbaweriyê pêk bînin.

"Babeta ku wek prensîp divê dewam bike ew e ku Serxwebûna Bankeya Navendî dewam bike."

"Prensîbeke din a aboriya nû jî zêdekirina qelîteyê û ji nû va bicihkirina hevkêşa budçeyê ye."

 "Ji roja ku me dest bi wezîfeyê kiriye heta niha di mijara serxwebûna Bankeya Navendî da bi taybetî em pir hesas in. Heta ji destê me hat me xeber neda. Heta me qet xeber neda. Wek prensîp bi taybetî di mijara serxwebûna polîtîkayên pere da ev tevger wê dewam bike."

"Ji bo edilandina aboriyê têkoşîna li hemberî enflasyonê wê gava ewil be."

 "Bi pergala bacê ya ku em ê sade bikin di qada darayiyê da wê pêvajoya guherîneke pir mezin pêk bê."

 "Me rêjeya deyndayînê ya xezîneya xwe ji sedî 125an daxist ji sedî 110î. Di mehên mayî yên salê da jî em ê vê daxin ji sedî 100î."

"Emê di heyama qanûndanînê ya nû de bînin parlementoyê ku otorîteyeke regulasyonê ya fînansê ya jor a nû bê avakirin."

 


AA

Dîroka nûkirinê: 10 Tebax 2018, 16:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE