MÎTê Bozkirê kujerê sûîqesta Hablemîtoglu teslîmî Ewlehiyê kir

MÎTê Bozkirê kujerê sûîqesta Hablemîtoglu teslîmî Ewlehiyê kir

MÎTê Nurî Gokhan Bozkirê ku yek ji kujerên sûîqesta Necîp Hablemîtoglu ye û bi bultena sor biryara girtina wî hatibû dayîn, ji derveyî welêt anî Tirkiyeyê û teslîmî Ewlehiyê kir.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, MÎTê Bozkirê kujerê Hablemîtoglu li derveyî welêt girt û anî Tirkiyeyê.

Hablemîtoglu bi navê "Kostebek"ê pirtûkek dinivîsî û tê da qala qadroyên nav dewletê yên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) dikir, lê beriya ku pirtûka xwe çap bike, di 18ê berfanbara 2002yê da hat kuştin.

Ji bo kar û barên edlî MÎTê Bozkir teslîmî Ewlehiyê kir. Hat gotin ku ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê wê îfadeya Bozkir hildin.

Mehkemeya Cezayê Giran a 2yem a Şanliurfayê ji ber sûcê "endambûna rêxistina terorê ya çekdar", Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 5em a Enqereyê ji ber sûcê "endambûna rêxistina ku seba kirina sûc ava bûye û kuştina plankirî " biryara girtina Bozkir dabû. Di 8ê îlona 2015an da li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê "TIRên pîvazan" hat girtin û tê da muhîmatên çêkirina bombeyan hebûn. Bozkir fêm kir ku wê di çarçoveya lêpirsîna TIRên pîvazan da cezayê hebsê bixwe, revîbû Ukraynayê.

Wexya ku li Ukraynayê bû, di dezgehên medyaya aîdê FETOyê da ji bo Tirkiye, saziyên dewletê îdiayên bêbingeh anîbû ziman.

Bozkir îltîca kiribû lê miqamên Ukraynayê red kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE