Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) terorîstê Sûriyeyî Huseyîn Şîbliyê qaşo hevserokê konseya rêvebirina navendî ya rêvebiriya xweser a Sûriyeyê ye, li Silêmaniya bajarê Iraqê berteref kir.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat dayîn, terorîst Huseyîn Şîbliyê bi kodnavê Ferhat Dêrik ji aliyê qaşo rêvebiriya Qendîlê ya rêxistina terorê va li Iraqê hat wezîfedarkirin.
Li gor tesbîtê bi şandina Şîblî ya Iraqê va niyeta serkirdeyên terorê yên Qendîlê ew bû ku terorîst Şîblî bi welatên sêyemîn ên dûrî herêmê ra têkiliya berjewendiyê daynin û li Iraqê şaxeke nû ya terorê çêkin.
Şîbliyê ku li Silêmaniyê hat berterefkirin, pir nêzî Ferhat Ebdî Şahînê bi kodnavê "Şahîn Cîlo" bû. Şahîn di nav kesên girîng ên nava şaxa Sûriyeyê ya qaşo rêvebiriya Qendîlê da nîşan didin.
Li Heleb, Gara û Qendîlê fealiyetên terorîst meşand
Huseyîn Şîblî ji El-Malîkiyeya Sûriyeyê ye, dema ku serkirdeyê terorê Abdullah Ocalan li Sûriyeyê bûye, wê demê tevî PKKya rêxistina terorê bûye.
Terorîst Şîblî li Heleba bajarê Sûriyeyê û li bakurê Iraqê Gara û Qendîlê fealiyetên terorîst kiriye, di 2014an da li Sûriyeyê qaşo kirin endamê konseya rêvebirina cî û warên ku PKKyê bi dest xistin.
Terorîst Şîblî ji 2019an pê va qaşo hevserokatiya konseya navend a rêvebiriya xweser a Sûriyeyê ya rêxistina terorê dikir.AA