"Mueyîde dê hin têkiliyan têk bibin"

Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê ji bo Tirkiyeyê kongreya Emerîkayê hişyar kir

"Mueyîde dê hin têkiliyan têk bibin"

Kongre ango meclisa Emerîkayê ji bo mueyîdeyên li dijî Tirkiyeyê pêşnûmayek hazir kiribû. Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê jî li ser pêşnûmayê raporeke hişyariyê amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku mueyîdeyên li dijî tirkiyê dê bikin ku têkiliyên parastinê yên Tirkiye û Emerîkayê xira bibin û Tirkiye xwe bide hêla rûsyê. Di raporê de ji senatoran hat xwestin ku pêşnûmayê careke din kontrol bikin. Her wiha di raporê de hin hişyariyên din jî hene.

Emerîka ji ber hevkariya Tirkiye û Rûsyê aciz bû.

Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê derbarê Tirkiyê de ji bo kongreyê hişyar bike, raporek amade kir.

Di raporê de hişyariyên balkêş hene.

Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a Daily Beastê di raporê de pirsgirêkên ku wê ji ber pêşnûmaya Kongreya Emerîkayê derkevin hatin vegotin.

Hat destnîşankirin ku dê ev mueyîde hêza NATOyê kêm bikin, Tirkiye dê zêdetir baweriya xwe bi Rûsya û welatên din ên li dijî Emerîkayê bîne.

Ji ber van talûkeyan jî dê zirar bigihîje ewlehiya neteweyî ya Emerîkayê.

Di raporê de tê gotin ku Tirkiye endameke kevin a NATOyê ye û zahf alîkariya ewlehiya mişterek a îtifaqê dike.

Dîsa tê de hat destnîşankirin ku ji ber mueyîdeyan dê hilberandina çekan a Emerîkayê bi salan dereng bikeve û loma jî mesref wê zêde bibin. Her wiha dê şirketên Ewropayê jî ji ber mueyîdeyan gelekî zirarê bikin.

Di raporê de hat bibîrxistin ku Tirkiye jî dê li wan vegerîne û di rewşeke wisa de zirar wê li fîrmayên Emerîkayê jî bikeve.

Dîsa hat destnîşankirin ku mueyîdeyên li dijî Halkbankê ne hewce ne û erka vê mijarê jî di destê Wezareta Xezîneyê de ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE