"Muptelabûn û teror dişibin hevdu"

Serok Erdogan got: "Muptelabûn û teror dişibin hevdu. Rêya bitesîr ya ji bo tekoşînê ne bi mixikan ra ye, avzêla kêleka wê ziwakirin e."

"Muptelabûn û teror dişibin hevdu"

Serok Recep Tayyîp Erdogan di Sempozyûma Siheta Gel û Polîtîkayên Hişbirê yên Navneteweyî ya ku li Navenda Kongreyê ya WOWê tê lidarxistin da axivî. 

Erdogan di destpêka axaftina xwe da behsa qezaya firokeya ya li Samandirayê kir û wiha got: "Rehma Xwedê li eskerên me yên di qezaya firokeya ya li Samandirayê da mirin be, Xwedê şîfayê bide eskerê me yê birîndar."

- "Muptelabûn û teror dişibin hevdu"

Serok Erdogan muptelabûna hişbirî û terorê şibande hevdu û wiha axivî: "Êdî bi tenê muptelabûna alkol û titûnê tune, ya elektronîkê zêdetir bixetere ye. Muptelabûn û teror dişibin hevdu. Rêya bitesîr ya ji bo tekoşînê ne bi mixikan ra ye, avzêla kêleka wê ziwakirin e." 

Erdogan got li Tirkiyeyê di salên dawîn da di têkoşîna li dijî terorê da gaveke mezin hatiye avêtin û yek ji encamên wê yên herî girîng jî ew e ku derbeyên mezin li hemû cure bazirganiya hişbirê hatine xistin.

- "Dinya bêdeng e, hîç Parîsê nabîne"

Ji bi çalakî û bûyerên li Parîsê jî Erdogan wiha axivî: "Di bûyerên Geziyê da medyaya navneteweyî her tim Taksîm nîşan dina ne wisa? Niha li Parîsê bûyerên terorê hene, lê di medyaya navneteweyî da ma dengek hey? Tune. Dinya bêdeng e, hîç Parîsê nabîne. Çima nabînin? Naxwazin leke bi wan bikeve. Hûn bixwazin jî, nexwazin jî dinya vê dişopîne."

Erdogan got di rabirdûyê da jî û niha jî li her erdnîgariyê teror hebû û heye lê bi tenê buxtanan davêjin Misilmanan û wiha axivî: "Em bangî hemû dinyayê dikin bila li dijî terorîzmê bi awayekî birêgez û encaman bidestxistî tevbigerin." 

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Mijdar 2018, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE