''Mursî ne bi ecelê xwe mir, hatiye kuştin''

Serok Erdogan der barê wefata Mihemed Mursî da got: "Em ê pêvajoya vê bişopînin. Ji bo ku Misir li mehkemeyên navneteweyî were darizandin, çi hewce bike em ê bikin."

''Mursî ne bi ecelê xwe mir, hatiye kuştin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan li Sancaktepeyê di merasima Vekirina Komî da axivî.

Erdogan got "Di lûxata me da cihê xeberdana ku wê neyê bicihanîn, bi taybetî jî axaftina vala, heta cihê derew û îftirayê tu carî tuneye, wê tunebe." û wiha dewam kir:"Ev welat û gel gotinên pûç, xwe qaydekî din nîşandan, li pêş gel cuda lê, li pişt gel cuda axaftinê qebûl nake. CHP sergo ye, çal e, herî ye. Vê bizanin ku kesên niha tên jî wê ji wan cudatir nebin. Kesên xuşûşî ket nav dilê wan ku wê nikaribin bi rêya demokrasiyê bi piştgiriya îradeya neteweyî bibin îqtidar, ketine halekî wisa ku ji derbeyan, krîzan, rêxistinên terorê û endezyariyên siyasetê tiştan hêvî dikin."

Serok Erdogan der heqê wefata Mihemed Mursiyê Serokomarê ewil û tekane yê hilbijartî yê Misrê da wiha axivî:"Mursî ne bi ecelê xwe mir, hatiye kuştin. Mihemed Mursî li salona mehkemeyê mixabin 20 deqîqeyan li erdê dimîne. Rayedar li wir dest navêjin Mursî. Em ê pêvajoya vê bişopînin. Ji bo ku Misir li mehkemeyên navneteweyî were darizandin, çi hewce bike em ê bikin. Em bangî Teşkîlata Hevkariya Îslamê dikin wezîfeya xwe bike. Ya ku hewce dike divê Teşkîlata Hevkariya Îslamê bike."

Erdogan bi bîr xist ku hilbijartina Stenbolê wê nû bibe û wiha dewam kir: "Em ê roja yekşemê gelo bêjin Sîsî ya bêjin Bînalî Yildirim? Mijar evqasî girîng e. Yên ku aqûbeta Erdogan dişibînin aqûbeta Mursî xwedî hişmendiya Sîsî ne. Waye ji ber vê divê em pir bixebitin. Em ji van natirsin. Jixwe me kefenê xwe li xwe kir û em wisa derketin li vê rêyê. Emê wiha jî bimeşin. An Qendîl, an jî Seloyê serokê giştî yê berê yê partiya ku di bin banê Qendîlê da ye û di girtîgehê da ye piştgiriyê didin namzedê CHPyê." 

Erdogan got: "Ewqas mahfîlên li dervayî welêt çima wê kî Stenbolê bi rê va bibe ra ewqas ji nêz va eleqedar dibin? Ka em bi hilbijartina şaredarên Londra, Berlîn, Parîs, Viyana, Amsterdam û Bruksel ra eleqedar dibin?

Erdogan li ser hevdîtina Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHPyê Ekrem Îmamoglu û Îsmaîl Kuçukkaya sekinî û wiha axivî:"Moderator û namzedê CHPyê tên ba hev. Li wê derê li ser pirsan diaxivin. Kîjan pirsê werin pirsîn û bersivên çito werin dayîn? Ma tiştekê wiha dibe? Ev çito bêpergalî ye, çito bêexlaqî ye. Tê moderatoriyê bikî, derkevî bernameya televizyonê û beriya bernameyê rabî pirsan bidî namzedê CHPyê. Namzedê CHPyê ji bo hevdîtinê dibêje 2-3 deqîqe lê bi dîmenan hat îspatkirin 45 deqîqeyan di odeyê da mane."

Erdogan ji bo Sûriyeyiyên ku xwe spartine Tirkiyeyê jî wiha axivî: "Hetanî vê gavê me 330 hezar welatiyên Sûriyeyê şandin Cerablûsê. Em dişînin herêmên reşa wan baş bûne û em ê bişînin jî."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE