Mutabaqata Tirkiye û Rûsyayê Ya Îdlibê

Fermandarê Anrtêşa Sûriya Azad ji mutabaqatê memnun in

Mutabaqata Tirkiye û Rûsyayê Ya Îdlibê

Fermandarên Artêşa Sûriya Azad rewşa dawî ya sînorê îdlibê û mutabaqata soçiyê ya Tirkiye û Rûsyayê ji bo TRT Kurdiyê nirxandin. Fermandaran diyar kir ku ev mutabaqak tiştekî gelek erênî ye, bi saya mutabaqatê bombebaran sekinî û sivîl êdî bi qasî berê natirsin.

Tirkiye û Rûsyayê di 17ê îlonê de li bajarê Soçiyê yê Rûsyayê “Mutabaqata Soçiyê” çêkirin. Piştî mutabaqatê bombebarana li ser Îdlibê sekini û welatî rehet bûn.

Fermandarên Artêşa Sûriya Azad ku 24 saetan li sînorê Îdlibê nobetê digrin, rewşa dawî û mutabaqata soçiyê nirxandin.

Fermandarê Koma Ceyş El Îzzeyê ku hêleke Artêşa Sûriya Azad e diyar kir ku rejim bi qetilkirina sivîlan dixwaze otorîteya xwe zede bike.

Fermandarê Koma Ceyş El Îzzeyê Cemil El Saleh :“Rejîma Esed jin, zarok û sivîlan dikuje. Rejîm dixwaze bi vî awayî me bitirsîne û otorîteya xwe zede bike. Mutabaqata Soçiyê tiştekî gelek erênî ye. Heke çekên giran vekişin, divê rejim jî çekên xwe vekişîne. Heke rejim kîlometreyek paşve vekişe, em ê jî vekişin. Heke rejim 5 kîlometre vekişe, em ê jî 5 kîlometre vekişin. Ya girîng ev e. Wê lihevkirin ê çawa çêbe? Sînor ê çawa bên diyarkirin? Lewra li bajêr insanên me hene. Sivîlên bêguneh hene.”

Fermandarê Tumena Peravê ya Yekem ku ew jî hêleke din a Artêşa Sûriya Azad e jî got; mutabaqat çêbû lê em dîsa jî tewdîrên xwe digrin.

Fermandarê Tumena Peravê ya Yekem Ebu Ubeyda :“Me piştî mutabaqatê jî tewdîrên xwe zede kirin. Lewra heta niha rejîm û Rûsyayê gelek caran îxanetî me kir. Gelek caran li ser soz û peymanên xwe nesekinin. Me peymanên Guta û Hûmûsê ji bîr nekirine. Rejîm dibêje min çekên xwe yên giran vekişandin, lê ev derew e. Em dizanin çekên wan ên giran hêj jî li cihê xwe ne. Ne rojava ne jî dewletên ereban li pişt me nîn in. Bi tenê Tirkiye xêra me dixwaze. Bi tenê Tirkiye li penaberên me xwedî derket. Em dixwazin ev zilma li ser gelê me êdî xilas bibe. Em ji bo vê li ber xwe didin.”

Dîroka nûkirinê: 28 îlon 2018, 16:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE