Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, aciziya xwe nîşanî mutalaya dozgerê dadgeha şêwrê da û got : “hişmendiya ku serê xwe bi cil û bergên xelqê diêşîne kevnperest e û li paş maye.”
Edaletê Abdulhamît Gul : Va em dikevin sala 2019an, zîhniyeta ku hêj jî bi şelpe, îdeolojî û jiyana xelqê mijûl dibe, kevnperest e. Dema paşverûtiyê derbas bû. Tirkiye êdî welatekî nûjen e û gelek giringiyê dide mafên mirovan û azadiyê. Him dadgeha makezagonê him dadgeha şêwrê him jî dadgeha bilind, hemû dadgeh şelpeyê wek azadiyekê dibînin û hemû êrîşên li dijî şelpê wek derqanûn in bi nav dikin. Tirkiye wê êdî ne li paş xwe li pêş xwe binêre. Yanî dadgeha şewrê qiymet nedaye vê nêrînê.