Namzedê şaredariyê dest bi xebatan kir

Şêniyê Diyarbakirê bi coşeke mezin pêşwazî li Cumali Atilla kir

Namzedê şaredariyê dest bi xebatan kir

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê yê ak partiyê cumalî atîlla, dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kir. Atîlla got: “projeyên me yên mezin hazir in, em ê piştî hlbijartinê xizmetên taybet bo milletê xwe bikin.”

AK Partîyê di hilbijartina herêmî da qeyûmê Amedê Cumalî Atîlla wek namzedê Şaredariya bajarê Mezin nîşan da.

Cumalî Atîla bi parlamenterên AK Partiyê re ji Enqerê hat Amedê.

Xebata hilbijartina herêmî li ber serokatiya bajêr a Amedê dest pê kir.

Pêşî wezîrê berê û parlamenter Mehdi Eker derket ser kursî.

Miletê Diyarbekirê dirûşmên ‘Bijî serok Cumalî”, û “serokê herî mezin serokê me ye” avêtin.

Namzedê şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê Cumalî Atîla spasiya gel kir û got: mixabin li Diyarbekirê, 17 salan şaredariya zihniyeta îdolojîk hebû. Şikir ji xwedê re, van 2 salên dawî şaredarî bi destê em tê îdarekirin. Me bi feraseta belediyevaniya AK Partiyê xizmetên herî xweş û baş kirin. Heger ku ez hilbijartinê qezenç bikim, em ê ji bo Diyarbekirê projeyên taybet û mezin çêkin.”

Dîroka nûkirinê: 30 Mijdar 2018, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE