Serok Recep Tayyip Erdoğan, di Civîna Serokbajaran a Ak Partiyê de axivî.
Ji axaftina Serok Erdogan:
"Nasnav diguherin lê pêşbaziya xizmeta gel û welat naqede. Têkoşîna di rêya heqiyê da ne heta hilbijartinê, heta merzel dewam dike."
"Ewropa û Amerîka di warê demokrasî û aboriyê da bi temamî serobino bibe jî em ê di her warî da gelê xwe pêşva bibin."
"Em biryardar in ku ji bo xwe û ji bo hemû dost û birayên xwe heman têkoşînê bidin. Navê vê modela Tirkiyeyê ye."
"(Geşedanên herêmî) Bi piştgiya miletê me va ji bo welatê me ya rast, bi xêr û qenc çi be em ê wê bikin û bidomînin."
"Heke Tirkiye dev ji her tiştî berde gelo Fransa wê ji pirsgirêkên ji ber kesê muxterîs û bêkifayet ê serok derdike holê wê xwe xelas bike û bi aqlekî selîm tevbigere?"
"Em ku derê vala bihêlin, tiştekî jêneger e ku rêxistinên derew, xelet û fitneyê wê derê tije bikin. Ji ber vê jî em ê şev û roj bi miletê xwe ra bin."
"Heke ji bo hemû pirsên me bikaribin bersiveke rastîn û semîmî bidin, li ser me dibe wacib ku em polîtîkaya xwe li ber çav ra derbas bikin"