Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "NATO di nav şert û mercên şer da piştgiriya siyasî û pratîk dide Ukraynayê, lê divê ew bi nêrîneke rastîn û stratejîk va tevbigere."
Erdogan piştî Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan ya Derasayî ya NATOyê li Baregeha Natoyê civîneke çapemeniyê li dar xist û spasiya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg kir ku di heyameke wiha giring da wî serokatiya civîneke wiha kir.
Serokomar Erdogan bi bîr xist ku şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê da ji mehekê derbas bûye û wiha axivî: "Ji bo şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê da dawî bibe em bi her du welatan ra hevdîtinan dikin. Em mizakereyên her du aliyan dişopînin û piştgiriyê didin. Li gor me divê çareseriyeke raya giştî ya navneteweyî ya Ukrayna û Rûsyayê bikaribe qebûl bike bê dîtin."
Erdogan anî ziman şer tesîrê herî zêde li ser jin û zarokan dike û wiha dewam kir: "Pevçûn çiqas dewam bikin, mixabin di her du aliyan da tesîra şer a xirab zêde dibe. Tirkiye ji ber erdnigariya xwe û mitefîqekî NATOyê di cihekî taybet da disekine. Ukrayna û Rûsya li Behra Reş du cînarê me ne. Welatên Ewropayê di serî da her kes divê piştgiriyê bide penaberên tên deriyên wan û divê pirsgirêkên wan çareser bikin."
Serokomar Erdogan got wî di civînê da polîtîkaya aktîf û bi rêbaz ya ku ew hewl didin bimeşînin bi mutefîqan ra parve kir û wiha dewam kir: "NATO di nav şert û mercên şer da piştgiriya siyasî û pratîk dide Ukraynayê, lê divê ew bi nêrîneke rastîn û stratejîk tevbigere."AA