NATO: Li Iraqê emê rola Amerîkayê hilnedin ser xwe

Olsen bi bîr xist ku Musteşarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Aracî bi fermî daxwaz kiriye ku hejmara eskerên NATOyê li welêt bê zêdekirin û wiha got: "NATO wê li Iraqê tu car rola Amerîkayê hilnede ser xwe."

NATO: Li Iraqê emê rola Amerîkayê hilnedin ser xwe

 Nûnerê Iraqê yê NATOyê Korgeneral Pîerre Olsen daxuyand hêzên wan wê li welêt perwerde û şêwirmendiya artêşê bidomînin, lê ewê tu carê rola hezên Amerîkayê hilnedin li ser xwe.

Olsen daxuyanî da televizyona Asîayê û wiha got: "Hêzên me yên li Iraqê ji 300î zêdetir in, ji bilî şer wezîfeyeke me heye."

Olsen anî ziman di mehên pêş me da li gor encamên civînên hatine kirin ewê saziyên ku divê perwerde bên dayîn û şêwirmendî bên kirin, hilbijêrin.

Olsen bi bîr xist ku Musteşarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Aracî bi fermî daxwaz kiriye ku hejmara eskerên NATOyê li welêt bê zêdekirin û wiha got: "NATO wê li Iraqê tu car rola Amerîkayê hilnede ser xwe."

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di 18ê Sibatê da wiha gotibû: "Ji bo ku di têkoşîna dijî terorê da piştgiriya hêzên Iraqê bê kirin û rê li ber vegera DEAŞê bê girtin îro me mîsyona Iraqê ya NATOyê berfirehtir kir. Mîsyona me wê ji 500 personelî derkeve 4 hezaran."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE