''NATO organîzasyoneke ewlehiyê ye, organîzasyona ku destekê bide rêxistinên terorê nîne''

''NATO organîzasyoneke ewlehiyê ye, organîzasyona ku destekê bide rêxistinên terorê nîne''

Serokomar Erdogan: "Kiliçdaroglu bi buxtanan ku li vê wargehê (wargeha Weqfa TURKENê) dike xizmeta kê dike."

"Em ê çêwlika Mihemmed Eliyê rehmetî jî bi wasiteya heman weqfê pêşkêşî xizmeta xwendekarên xwe bikin û vî şexsî hê jî bihesidînin û biteqînin."

 "(Kiliçdaroglu) Gelo ew wêrekî pê ra heye ku di 2023yan da bibe namzedê serokomariyê yan na?"

"(Pirsên ku ji Kiliçdaroglu kiribû) Heger bi eşkereyî bersiva van pirsan bide em ê helwesta xwe ya der heqê wî da dîsa binirxînin."

 "Me Peymana Konseya Stratejîk ya Payebilind ya bi Yewnanistanê ra betal kir."

 "Kesên ku bi herfan dilîzin, PKKyê dikin PYD û YPG yan jî bi navên din vedişêrin û dixwazin meşrû bikin me naxapînin tenê xwe dixapînin."

"Kesên ku çek û techîzatan peretî nadin Tirkiyeyê û bêpere didin rêxistina terorê sifetê hiqûqa dewletê heq nakin, sifetê dewleta terorê heq dikin."

"Tu bêyî polêsan nikarî li ser Pireya Şehîdan pankarteke bi vî rengî daliqînî. Çi bû, nekarîn daliqînin. Hûn ê li ber hiqûqê jî hesabê vê bidin."

 "(Sûriye) Em di biryara xwe ya ku herêma ewlehiyê ya 30 kîlomêtro di hundir da bê avakirin derbasî merheleyeke nû dibin. Em Tel Rifat û Minbicê ji terorîstan paqij dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE