“NATO teşkîlateke ewlehiyê ye, rêxistineke piştevaniya terorê dike nîne“

“NATO teşkîlateke ewlehiyê ye, rêxistineke piştevaniya terorê dike nîne“

Serokomar Erdogan û Serokdewletê Venezuelayê Nîcolas Maduro piştî hevdîtinên rû bi rû û di navbera heyetan da û merasima îmzeyê ya lihevkirinan civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist. 

- "Di nav parlementoyên wan bixwe da jî terorîst hene"

Serokomar Erdogan di civînê da bersiva pirsên rojnamevanan jî da û li ser pirsa "Serokkên Swêd û fînlandiyayê ku serî li NATOyê dan û hewcehiya wan bi piştgiriya Tirkiyeyê heye gelo daxwaza hevdîtina bi we ra kirin an na? Heke hê çênebûbe jî heke çêbe dê bersiva we çi be?" ev gotin: 

"Ya rast min bersivên xwe yên der barê vê pirsê daa gelek caran da. Heyetên der barê Swêd û Fînlandiyayê da hatin, li vir bi heyetên me ra hevdîtin kirin. Hevalno pêşiyê divê hûn vê baş bizanibin, NATo teşkîlateke ewlehiyê ye, rêxistineke ku piştevaniya terorê dike nîne. Wekî hûn dizanin ku Swêd niha welatekî wisa ye ku hemû rêxistinên terorê yên wekî PKK, PYD/YPG lê digerin. Heta di nav parlementoyên wan da jî terorîst hene û heta ku ev terorîst di nav parlementoyên wan da cî bigirin û heta li kolanên Stockholmê daimî ev rêxistinên terorê bi posterên serokên rêxistina terorê va xwepêşandanê bikin û vê yekê jî bi temînata polêsên Swêdê çêkên, li televîzyona dewletê ya Swêdê bi taybetî hevpeyvînên serokên terorîstan bên weşandin em nikarin ji van ra bibêjin 'Kerem bikin, dewam bikin.' Em nikarin bibêjin 'Kerem bikin bikevin NATOyê'. Heman tişt ji bo Fînlandiyayê jî derbasdar e. Mixabin ku Fînlandiya jî niha di nav gelek rêxistinbûnûn bi vî rengî ne."

Serokomar Erdogan diyar kir tiştên ku Tirkiye di mijara endamtiya NATOyê ua Yewnanistan û Fransayê da rast hat naxwaza bi Swêd û Fînlandiyayê ra jî bijî û ev gotin: 

"Yewnanistan ji NATOyê derket, yên beriya me rê dan ketina wê. Dîsa kete NATOyê, Fransa dîsa ketê. Çi bû? Va ye niha 5+4, 9 baregeha Amerîkayê li ku ye? Li Yewnanistanê hat avakirin. Baş e lê ev baregeh dijî kî têne avakirin? Bersiva ku didin ev e; 'Dijî Rûsyayê'. Kes bi vê naxape, bila li qisûrê nenêrin. Niha li gor reqamên destê me da 400 milyar euro deynê Yewnanistanê li Ewropayê heye. Digel vê welatên Ewropayê ez ê navê wan nedim gelekî piştgiriya çekan, balafir û firokeyan didin Yewnanistanê. Bi heman awayî piştgiriya Amerîkayê di vê mijarê da heye, van diee. Dijî kî? Digel dibêje ku 'Em êdî kesên din hilnedin nav xwe, em herdu hemû hevdîtinan bikin, bila welatên sêyemîn di nav me da nebin' 2-3 hefte piştî hevdîtina me li Amerîkayê bi daxuyaniyên ku li senatoyê kir wekî ku me ev hevdîtin nekiribin wir mixabin ku dijî Tirkiyeyê, axatineke dijî berjewendiyên Tirkiyeyê kir. Paşê hat li Davosê dîaa heman tişt kirin. Bila li qisûrû nenêrin, em li gel siyaseta bi şexsiyet in, em wek Tirkiye ji siyaseta ji şexsiyetê dûr ra nabêjin erê."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE