Cîgirê Serokomar Fuat Oktay digel Serokê Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy hevdîtin kir.
Hevdîtina ku li Ofîsa Serokatiya Dewletê ya Ukraynayê birêve çû ji çapemeniyê re girtî bû.
Di hevdîtnê de Oktay pîrozbahî li Zelenskiy kir û tekezî li wê yekê kir ku hessasiyeta Tirkiyeyê ya di warê îlhaqa Kirîmê de didome.
Di hevdîtina ku di mijara berdewamiya têkiliyên di navbera Tirkiyeyê û Ukraynayê de mitabiq hat mayin de, biryar hat dayin serdema pêşiya me Peymana Bazirganiya Serbest a Tirkiyeyê-Ukraynayê ya bi mebesta gihana herdu welatan bo hedefa 10 milyar dolarî, bê îmzakirin.