"Dewlet û mileteke ku îstixbarata wê tune mehkûm e tune bibe"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Îstanbulê beşdarî Merasima Vekirina Avahiyê Xizmetê ya Nû ya Serokatiya Herêma Îstanbulê ya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) bû.

 "Dewlet û mileteke ku îstixbarata wê tune mehkûm e tune bibe"

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Îstanbulê beşdarî Merasima Vekirina Avahiyê Xizmetê ya Nû ya Serokatiya Herêma Îstanbulê ya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) bû.

Erdogan got bila avahiyê nû li ser xêrê be û wiha axivî: "Li heyama ku agahî û bikaranîna agahiyê bûye çeka herî bitesîr, girîngiya îstixbaratê jî pir zêde bûye. Serokatiya me ya herêmê ya MÎTê ya li Îstanbulê xwedî wê kapasîteyê ye ku dikare dijî rêxistinên terorê yên hewl didin çalakiyan bikin û sixûriya îstixbaratên biyanî têkoşînê bide, ev girîng e. Teşkîlata me bi saziyên din ên ewlehiyê ra bi nêzîkî hevkariyê dikin ku bi saya vê li Îstanbulê êrîşên rêxistinên terorê pir kêm bûn."

 "Dewlet û mileteke ku îstixbarata wê tune mehkûm e tune bibe"

Serokomar Erdogan got di têkoşîna dîrokî ya ku demeke Tirkiye dide da MÎT di nav saziyên hedef tên girtin da di serî da tê ku ev ne tesaduf e û wiha dewam kir: ""Dewlet û mileteke ku îstixbarata wê tune mehkûm e tune bibe."Mijarên îstixbarata stratejîk, têkoşîna dijî terorê, dijderketina îstixbaratê xebatên li Îstanbulê derdikevin pêş. Bi saya teşkîlata me (MÎT) heta îro ji 100î zêdetir FETOcî îadeyî welatê me kirin. Endamên rêxistinên terorê êdî dizanin li ku dera dinyayê dibin bila bibin, nefesa Dewleta Komara Turkiyeyê li pişt stûyê wan e."

"Em pergaleke ewlehiya neteweyî ya ku baş û bitesîr tê birêvabirin çêdikin"

Erdogan anî ziman gelek welatên ku welatiyên wan hatine revandin ji bo ku welatiyên wan bên xilaskirin ji Turkiyeyê alîkariyê dixwazin û wiha pê da çû: "Ji bo gefxwarinên li hemberî Turkiyeyê bên berterefkirin em pergaleke ewlehiya neteweyî ya ku baş û bitesîr tê birêvabirin çêdikin. Di qada îstixbaratê da teknolojiyên hewcedariya me pê heye bi çavkaniyên me yên neteweyî va divê bên çêkirin, ev girîng e. Ji bo xebatên îstixbarî û operasyonel ên teşkîllata me (MÎT) binesaziya ku hewce dike hat çêkirin û mewzuata hiqûqî hat xurtkirin."

 "Her gavên ku em davêjin, her tişta ku em dikin bala hemû dinyayê dikşîne"

Der barê vekirina Mizgefta Ayasofyayê da Erdogan wiha axivî: "Her gavên ku em davêjin, her tişta ku em dikin bala hemû dinyayê dikşîne. Ji ser fethê ra sedsal derbas bûne lê hê jî nayê qebûlkirin ku Stenbol di destê gelê Tirk û Misilmanan da ye. Dema Ayasofya ji îbadetê ra hat vekirin em bûn şahid ku hê jî dilê hinekan nayê û qebûl nakin ku ji 1453an vir va Stenbol ax û nasnameya Tirkan e."

 "Îstixbarata MÎTê xwedî wê rolê ye ku lîstik biguhere"

Der barê mijara li Libyayê da jî Erdogan wiha axivî: "Li Libyayê ji bo pêşvaçûna Hefterê darbekar ê ku guh nade çareseriya siyasî û rêyên eskerî dixwaze bê sekinandin îstixbarata MÎTê xwedî wê rolê ye ku lîstik biguhere."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE