"Divê em jibîr nekin ev dewlet welatê me yê hevpar e"

Serokomar Erdogan digel yekeyên ewlekariya navxweyî fitar kir

 "Divê em jibîr nekin ev dewlet welatê me yê hevpar e"

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Di serî de rêxistina terorê ya cihêxwaz, li dijî keriyê qatilan yên ku qesda yekîtî, bihevreyî, nirxên ji canê wan ezîztir kirin, em sekinîn, me hesabê her dilopek xwîna ku rijandin pirsû emê berdewam jî bin."

Erdogan digel yekeyên ewlekariya navxweyî, li Navenda Nimayiş û Hunerê ya Avrasyayê beşdarî xwarina fitarê bû.

"Di nava 2,5 salan de, me 420 terorîstên astbilind berteref kirin"

Serokomar Erdogan got, "Di serî de rêxistina terorê ya cihêxwaz, li dijî keriyê qatilan yên ku qesda yekîtî, bihevreyî, nirxên ji canê wan ezîztir kirin, em sekinîn, me hesabê her dilopek xwîna ku rijandin pirsî û emê berdewam jî bin. Tenê di nava 2,5 salan de, me 420 terorîst qaşo yên astbilind ku 16 ji wan di lîsta sor de bûn, berteref kirin."

 "Heta yek ji terorîstên xayin ên FETOyî bimîne emê têkoşînê bidomînin"

Erdogan got, "Heta yek ji terorîstên xayin ên FETOyî bimîne ku li hember darazê hesab bide, emê têkoşînê bidomînin."

Serokomar Erdogan got, "Li ser eksa yên ku dixwazin me berdin hevdu, emê weke millet hevdu hişktir hembê bikin."

Erdogan herwiha got, "Ewên ku li welatên xwe hemî cure bêhiqûqiyê dikin, yên ku li hêviyê bûn şeva 15ê Temmûzê derbekar biserkevin, em dibînin di rojên dawî de ji aliyên curbicur welatên me kirine armanc. Em baş dizanin ku dê ji bo navê demokrasiya Tirkî bilewitînin, çi destê wan tê dê bikin."

 "Divê em jibîr nekin ev dewlet welatê me yê hevpar e"

Serokomar Erdogan: "Min bi xemgînî guhdarî li axaftina Serokê TUSÎAD YÎKê Tuncay Ozilhanê ku demokrasiyê hezim nake û di ser de jî dixwaze Tirkiyeyê lekedar bike, kir. Nejixwe berî nuha bi heftiyekê hûn hatin serdana me, ma em û hûn çi axivîn? Hê heftiyek bi ser ve neçûye li daxuyaniyên wan binerin. Divê em jibîr nekin ev dewlet welatê me yê hevpar e. Ew dolar û ewro nikarin we rizgar bikin. Heke ev gel we rizgar bike, dê bike. Vê baş bizanin yên ku ji derve ve dizwazin li Tirkiyeyê bidin jixwe hene, lê yên ku ji hundirû ve lê didin ezê hesab ji wan bipirsim."

Erdogan wiha jî got, "Li ser hesabên medyaya civakî hewleke mezin tê dayin da ku girjiya civakî zêde bibe. Di vê pêvajoya hessas de ya dikeve ser milê me xwedîlêderketina emaneta millet e."AA

Dîroka nûkirinê: 17 Gulan 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE