"Em biryardari in ku li hember vê danezana weşandî hemî cure tedbîran bistînin"

Serok Recep Tayyip Erdoğan, piştî Civîna Nirxandinê ya li Kûlliyeyê axivî.

 "Em biryardari in ku li hember vê danezana weşandî hemî cure tedbîran bistînin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê daxuyaniya hinek amîralên malnişîn de got,  "Ev hewla ku nîvê şevekê hat dayin, bi teqez nêtxirab e."

Serokomar Erdogan piştî Civîna Nirxandinê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin, daxuyanî dan.

Erdogan destnîşan kir ku di civînê de ew nîqaşên derbarê wê mijara ku ev 2 roje rojeva welêt meşxul kirine nirxandine û wiha got, "Beriya her tiştî ev hewla ku nîvê şevekê hat dayin, bi teqez nêtxirab e. Erka amîralên malnişîn ew nîn e ku 104 ji wan bicivin û danezanên ku îmayên darbeyê tê de bin, nîqaş bikin."

Erdogan anî ziman ku bi sîfetê amîralên malnişîn jî be, hewleke wisa ji bo Artêşa Türkiyeyê buxtanek e. û wiha pê de çû:

"Mafê ti wezîfedarekî kamûyê nîn e ku rabin, bi komî tiştekî wisa bikin. Em nikarên ji vê yekê re bêjin azadiya îfadeyê. Azadiya îfadeyê hevokên tehdîdkar li dijî rêveberiya hilbijartî di xwe de nagire. Li Türkiyeyê hemî êrîşên li dijî demokrasiyê, li piştî danezanên bi vî cureyî hatine."

Erdogan herwiha ji bo amîralên malnişîn ên ku îmza avêtine danezanê got, "Me nedîtin ku li hember hewla darbeyê ya FETOyê li tenişt milletê me cih girtin. Em biryardari in ku li hember vê danezana weşandî hemî cure tedbîran bistînin. Ewê ku wê cureta tehdîdkirina gel û rêveberiya ji aliyê gel ve nîşan didin, emê digel milletê xwe hedê wan nîşanî wan bidin"AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE