"Heqê tu kesî tune ku yekîtiya miletê me û bihevrabûna me xerab bike" 

Serok Erdogan beşdarî mersima "Bernameya Pîrozkirina 948.Salvegera Serfiraziya Milazgirê" ya li qada Parka Neteweyî ya Dîroka Şerê Meydanê yê Milazgirê hat lidarxistin bû û li wê derê axivî.

 "Heqê tu kesî tune ku yekîtiya miletê me û bihevrabûna me xerab bike" 

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Tu berjewendiyeke aborî û siyasiyê nikare me li ber neheqiyê huş bike û ji piştgiriya didin mexdûr, mezlûman paşda bihêle." 

Serok Erdogan beşdarî mersima "Bernameya Pîrozkirina 948.Salvegera Serfiraziya Milazgirê" ya li qada Parka Neteweyî ya Dîroka Şerê Meydanê yê Milazgirê hat lidarxistin bû û li wê derê axivî.

Erdogan got ku di salvegera 948î ya Serfiraziya Milazgirê da rihma Xwedê li Siltan Alparslan û qehremanên artêşa wî û şehîd û xaziyên hezar sal e ji bo vê derê têxin welat bêyî tirs têkoşîn dan bibe.

"Bi gotinê va nabe ku tu bêjî 'Em partiya Ataturk in'" 

Serok Erdogan bal kişand ser kirinên CHPyê û wiha axivî: "Dema li çiyê terorîstan, li behrê Rûman, li hewayê reqîban û li hemû platforman kesên li dijî me bigrin hûn nikarin bibin partiya vî welatî."

Erdogan diyar kir ku bi gotinê tiştek nabe û wiha pê da çû: "Bi gotinê va nabe ku tu bêjî 'Em partiya Ataturk in'. Tu xelas bûyî, nemayî. Bi hildana 3-4 şaredariyan va tu nikarî xwe bigihînî tu derê." 

 "Heqê tu kesî tune ku yekîtiya miletê me û bihevrabûna me xerab bike" 

Serok Erdogan bal kişand ser pêvajoya Tirkiye jê derbas dibe û xebatên tên kirin û wiha got: "Em welatê xwe di pêvajoyeke ku geşedan tê da çêdibin da derbas dikin ku welatê me di sedsala wê were da bibe diyarker. Di heyameke wiha da çi dibe bira bibe heqê tu kesî tuneye ku bi helwestên xwe yekîtiya miletê me û bihevrabûna me xerab bike." 

Li Sûriyeyê tesîskirina herêma ewledar

Erdogan ji bo li Sûriyeyê tesîskirina herêma ewledar wiha axivî: "Li herêmê hebûna tevliheviya hesaban û zêdebûna dafikên bêbext nikare me ji rêya me bîne xwarê." 

Behra Sipî ya Rojhilat

Serok Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe da cî da xebatên li Behra Sipî ya Rojhilat tên meşandin û biryardariya welêt û wiha pê da çû: "Li Behra Sipî ya Rojhilat xebatên me yên lêkolîna sîsmîk û sondajê dewam dikin, kes nikare me li wê derê bide sekinandin, ew ê nikaribe jî." 

Rojhilatê Feratê

Serok Erdogan qala astengên ji bo rojhilatê Feratê derdixin pêşiya Tirkiyeyê helwesta xwe da wiha got: "Heke bi zorê rêyeke ku em naxwazin bidin ber me, me bixapînin, hemû amadehiyên me temam in. Em ê planên xwe têxin rewacê. Em li bendê ne ku di demeke kin da yekîneyên me yên bejayê jî têkevin herêmê." 

Erdogan ji bo têkoşîna ku welat dide û biryardariya Tirkiyeyê wiha axivî: "Înşaellah em ê têkoşîna ji Iraqê hetanî Sûriyeyê, ji Behra Sipî hetanî herêmên din dimeşe bi serfiraziyê bixemilînin. Hêviya me ew e ku êdî tu kes biryardariya me ya li sînorên me yê Sûriyeyê paqijkirina terorîstan neceribîne."

Piştgiriya didin mezlûm û mexdûran

Serok Erdogan diyar kir ku ji hezar salî zêdetir e em li aliyê mezlûman in em ê piştgiriya ku didin mezlûm, mexdûr û bêgunehan ji vê şûnda jî bênavber bidomînin, tu tiştek nikare me ji rêya me vegerîne û wiha pê da çû: "Tu berjewendiyeke aborî û siyasiyê nikare me li ber neheqiyê huş bike û ji piştgiriya didin mexdûr, mezlûman paşda bihêle." 

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Tebax 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE