Kovîd-19: Li tevahiyê dinyayê ji 4 milyar û 400 milyon dozî zêdetir aşi hat lêxistin

Li çar aliyê dinyayê ji 4 milyar û 400 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin

 Kovîd-19: Li tevahiyê dinyayê ji 4 milyar û 400 milyon dozî zêdetir aşi hat lêxistin

 Li tevahiyê dinyayê ji 4 milyar û 400 milyon dozî zêdetir aşiya vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) hat lêxistin.

Li gor daneyên "Ourworldindata.org"a daneyên aşiya Kovîd-19ê berhev dike, li Çînê milyarek û 760 milyon doz aşî hat lêxistin û bi 501 milyon û 9 hezar dozî va Hindistan di rêza duyemîn da û bi 349 milyon û 790 hezar doz va jî Amerîkayê di rêza sêyemîn da cî digire.

149 milyon û 470 hezar doz li Brezîlyayê, 99 milyon û 650 hezar doz li Japonyayê, 94 milyon û 270 hezar doz li Almanyayê, 86 milyon û 10 hezar doz li Îngiltereyê, 76 milyon û 470 hezar doz li Fransayê, 75 milyon û 743 hezar doz li Tirkiyeyê, 71 milyon û 70 hezar doz li Îtalyayê, 70 milyon û 810 hezar doz li Meksîkayê, 65 milyon û 90 hezar doz li Rûsyayê û 58 milyon û 540 hezar doz jî li Îspanyayê aşî hat lêxistin.

Li dinyayê aşiya Kovîd-19ê ya li gel xistin ji 4 milyar û 400 milyonî derbas bû.

- Tirkiye di aşiyê da ket rêza 9an

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê, li Tirkiyeyê hetanî niha 75 milyon û 743 hezar û 407 doz aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin.

Tirkiye li dinyayê di aşiyê da ket rêza 9an. Li welêt 41 milyon û 649 hezar û 514 kes doza ewil a aşiyê, 28 milyon û 611 hezar û 325 kes doza duduyan a aşiyê bûn.

Li gor agahiyên "Worldometers" a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê hejmara pêketiyan ji 202 milyon û 490 hezarî derbas bû, 4 milyon û 292 hezarî zêdetir kes jî ji ber vîrusê mirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE