"Kovîd-19 nexweşiya herî mezin nîne"

Direktorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesusê li Cenevreya bajarê Swêdê li navenda RTDyê bi vîdeokonferansê beşdarî civîna çapemeniyê ya dawîn a 2020î bû.

 "Kovîd-19 nexweşiya herî mezin nîne"

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) hişyarî da û got dibe ku dinya di pêşerojê da bi nexweşiyeke ji Kovîd-19ê mezintir ra rûbirû bimîne.

Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesusê Direktorê Giştî yê RTDyê li Cenevreya bajarê Swêdê li navenda RTDyê bi vîdeokonferansê beşdarî civîna çapemeniyê ya dawîn a 2020î bû.

Ghebreyesussal diyar kir ku RTDyê par vê hefteyê bihîst ku li Wuhana bajarê Çînê zatureyeke sedema wê nayê zanîn di nav gel da belav dibe û ji wê rojê hetnaî îro salek derbas bû.

Ghebreyesus polîtîkatên rêxistinê yên Kovîd-19ê parast û got, "Ji bo piştevaniyeke kurewî ava bikin li çar aliyên dinyayê me bi hezaran zanyarî ra xebat kirin. Em her roj tiştekê din hîn dibin. Hi caran baş, hin caran dijwar, hin caran jî şaş û metel dimînin, hemûyên wan kêr tên."

Ghebreyesus ji rojnamevanên salk e civînên çapemeniyê dişopîne ra sipas kir û got, "Tu kesekî me nikare bi tenaserê xwe nexweşiyê xilas bike lêbelê em ê bi hev ra ji nexweşiyê xilas bibin."

 "Kovîd-19 nexweşiya herî mezin nîne"

Mîke Ryanê Direktorê Bernameya Rewşên Acil a RTDyê di civîna çapemeniyê da bersiv da pirsan û destnîşan kir ku dinyaya me ya vê çaxê di mijara zanist û aşiyan da di asteke pêşketî da ye."

Ryan destnîşan kir ku Kovîd-19 bi lez li dinyayê belav bû û got, "Ya rastî ev nexweşiya herî mezin nîne. Eva vîrusa di nav gel da belav dibe, merivan dikuje û gelek kesan ji hezkiriyên wan mehrûm dike."

Ryan got dema li rêyea nexwş û miriyan mêze dikin dibînin ku rêjeya mirinê kêm e û wiha axvî: Ev elerma hişyariyê ye. Dibe ku dinya di pêşerojê da bi nexweşiyeke ji vê mezintir ra rûbirû bimîne. Dibê em ji bo vê amadehiyan bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE