Nêçîrvan Barzanî bû Serokê HKIyê

Di dengdayîna ku li Meclisa Herêma Kurdistana Iraqê bi beşdariya 81 parlamenterî hat kirin da Nêçîrvan Barzanî 68 ray hilda û bû Serokê Herêma Kurdistana Iraqê.(HKI)

Nêçîrvan Barzanî bû Serokê HKIyê

Meclisa Herêma Kurdistana Iraqê bi pirdengî Nêçîrvan Barzaniyê namzedê Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) wekî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê hilbijart.

Di dengdayîna ku li Meclisa Herêma Kurdistana Iraqê bi beşdariya 81 parlamenterî hat kirin da Nêçîrvan Barzanî 68 ray hilda û bû Serokê Herêma Kurdistana Iraqê.

Di hilbijartinê da 5 namzed hebûn û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ku şirîkê hikûmetê ye û demeke berê peymaneke stratejîk îmze kiribû beşdarî rûniştinê nebû û hilbijartina serokatiyê boykot kir.

Şêx Letîf Omerê Berdevkê YNKyê li Silêmaniyeyê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî û wiha got: "Ji bona li Kerkûkê waliyekî nû bê hilbijartin û der barê peymana ku hat îmzekirin da ji PDKyê tu hewldanek nehat û loma jî me rûniştin boykot kir."

Omer destnîşan kir ku PDK li herêmê siyaseteke yekalî dike.

Ji xeynî YNKyê parlamenterên Tevgera Nifşa Nû jî beşdarî rûniştinê nebûn.

PDKyê di hilbijartina parlamenteran ya di Îlona 2018an da 45 parlamenter qezenc kiribû û bûbû partiya yekemîn. PDKyê mîna berê meqamên serokwezîrî û serokatiyê di destê xwe da hiştibû.

Li Meclisa Herêma Kurdistana Iraqê 111 parlamenter hene.

Piştî ku Nêçîrvan Barzanî wek serok hat hilbijartin piştî Eyda Remezanê wê Mesrûr Barzaniyê Misteşarê Ajansa Ewlehiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê dest bi avakirina kabîneyê bike.

- Nêçîrvan Barzanî kî ye?

Nêçîrvan Barzanî li Barzana herêma Hewlêrê di 1966an da hatiye dinyayê û di 1975an da tevî malbata xwe Iraqê diterikîne û xwe dispêrin Îranê. Nêçîrvan Barzanî di 1984an da li Zanîngeha Tehranê ji Beşa Zanista Siyasetê mezûn bû.

Nêçîrvan Barzanî 1989an di PDKya di pêşengiya Mesûd Barzanî da dibe endamê polîtburoyê û dest bi siyasetê dike. Piştî xebatên di nav PDKyê da di 1996an da wekî Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê tê wezîfedarkirin.

Piştî lihevkirina PDK û YNKyê Nêçîrvan Barzanî di 2006an da bû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Iraqê.

Nêçîrvan Barzanî heta wek Serokê Herêma Kurdistana Iraqê bê hilbijartin wezîfeya serokwezîriyê dewam kir.

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE