“Ne 3 sal heger hezar sal dewam ke jî em ê vê çalakiyê bidomînin”

“Ne 3 sal heger hezar sal dewam ke jî em ê vê çalakiyê bidomînin”

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 733yemîn.

Esmer Koça beşdara çalakiya rûniştinê ya diya Zubeydeya ku ji Şendînliya Hekariyê 8 sal berê gava 15 salî bû hat revandin, diyar kir ku ewlada wê ji hêla HDPyê hat revandin û ji PKKyê ra hat radestkirin.

Koçê wiha xeberda, "Ji 2013an vir va ciyê ku ez neçûn û min pirs nekir, nema. Heta niha min ji keça xwe tu xeber nesitand. Ez keça xwe ji HDPyê dixwazim. Her wiha ev du sal qediyan û em ketin sala sêyemîn. Ne 3 sal heger hezar sal dewam ke jî em ê vê çalakiyê bidomînin. Em zarokên xwe dixwazin. Bira zarokên me bînin. Bira zarok nemirin."

Koçê her wisa bangî keça xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Şevket Bingolê bav jî diyar kir ku ew ji bo kurê xwe Tuncay di çalakiyê da beşdar e.

Bingol diyar kir, ew ji bo ku bigihîje kurê xwe, ew li ber derê HDPyê ye û wiha dewam kir, "Mixabin HDP ji me direve, bersivekê nade me. Lewra HDPyê zarokên me birin û radestî rêxistina terorê kirin. Em ewladên xwe ji wan dixwazin. Her wiha em ê çalakiya rûniştinê bibiryar bidomînin. Ne 3 sal, 3 hezar sal derbas be jî em ê ji vir neçin. Tuncay kurê min heger tu min dibînî û dibihîzî, bireve were teslîm bibe. Ez heta te hilnedim ez ê ji vir neçim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE