Ne heta pazarê, înşeallah heta mirinê em ê bi hev ra bimeşin"

Serok Erdogan: "(Vekirina cihên firotina tanzîm a berên çandinî) Biha hema bêje nîvî nîvî daketine."

Ne heta pazarê, înşeallah heta mirinê em ê bi hev ra bimeşin"

Serok Erdogan: "(Vekirina cihên firotina tanzîm a berên çandinî) Biha hema bêje nîvî nîvî daketine."

 "(Vekirina cihên firotina tanzîm a berên çandinî) Ne tenê ev, em ê ji bo amûrên paqijiyê jî vê yekê bikin."

 "Heke mesele karê şaredariyê be, kes nikare di vê mijarê da avê li destê me bike, karê şaredariyê yê AK Partiyê ye. Em ê li Keçîorenê sandoqan tijî bikin, em ê bi birayê xwe yê Mehmet Ozhasekî ra jî bajarê mezin bi rê va bibin. Em ê li Bajarê Mezin Ozhasekî, li Keçîorenê birayê me yê Altonok va dewam bikin. Bes e? Ne bes e. Em ê bi hemû navçeyên Enqereyê va bajarê xwe yê mezin têxin yek." 

"Em bi Tifaqa Cumhur ra di vê rêyê da dimeşin û em ê bimeşin. Ne heta pazarê, înşeallah heta mirinê em ê bi hev ra bimeşin."

 "Ev Enqereya ku em nas dikin, pê beled in û 17 sal e em tê da dijîn, wê piştî 31ê adarê projeya ku jê ra dibêjin namzed e û dane pêş, careke din bişîne mala wî."

"(CHP) Tifaqa herî mezin bi partiya ku bi gotina rêxistina cudaxwaz tevdigere ra çêkir. Em ji ku dizanin? Em ji daxuyaniyên ku baronên terorê li Qendîlê didin, dizanin."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE