"Neçûna ser sandoqê cezakirina gel û welêt e"

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Di atmosfereke wiha da bi sedemekê neçûna ser sandoqê ne ji bo me ceza ye cezadayîna gel e."

"Neçûna ser sandoqê cezakirina gel û welêt e"

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got "Her dengê ku neyê bikaranîn kêrî kesên dixwazin dek û dolaban bînin serê Tirkiyeyê tê. Hestên hêrsbûn, xeyidîn, dersdayînê tiştekî din e, li sandoqan xwedîlêderketina vîna neteweyî tiştekî din e."

Edogan di mitînga ku partiya wî li Duzceyê li dar xist da axivî.

Erdogan got ku ji bo dahatûya Duzce û Tirkiyeyê hilbijartinên 31ê adarê gelekî girîng in û axaftina xwe wiha berdewam kir: 

"Ez bangî welatiyên xwe yên li Duzce û hemû bajarên din dikim ku bila roja yekşemê teqez biçin ser sandoqê. Tirkiye heta îro bi vê bihevrebûna me, yekîtiya me ya herî girîng jî girêdana xwe ya bi serdestiya vîna neteweyî va ji her dijwariyan xilas bû. Cihê ku vîna neteweyî lê tecellî dike hilbijartin in, sandoq e. Her welatiyên me yên ku dê roja yekşemê deng nedin bila bizane ku vîna xwe dihêle hêviya însafa kesên ku diçin wir û dengê xwe didin. Lewra encamên hilbijartinê ne li gor jimara hilbijêrên giştî li gor belavbûna tercîhên kesên ku diçin ser sandoqê û dengê xwe didin derdikeve holê. Her dengê ku neyê bikaranîn kêrî kesên dixwazin deq û dolaban bînin serê Tirkiyeyê tê. Hestên hêrsbûn, xeyidîn, dersdayînê tiştekî din e, li sandoqan xwedîlêderketina vîna neteweyî tiştekî din e. Her rayên ku neyên avêtin wê bi kêrî kesên ku dixwazin dek û dolaban li ser vî gelî bigerînin were. Di atmosfereke wiha da bi sedemekê neçûna ser sandoqê ne ji bo me ceza ye cezadayîna gel e."

Serok Erdogan got kî dilê gelê me bihêle dilê me jî dihêle û helbet wê hesabê vê jî bide û bal kişand li hin cihan kesên ku ji partiya wan nekarîn bibin namzed ji cihên ku qet nedihat payîn namzediya xwe danîne û derketine hemberî wan û wiha axivî: 

"Ez duh li Adiyamanê, li Wanê bûm. Min ew li wan deran dîtin û helbet dilê min bi wan şewitî. Çima? Tu dê ji aliyekî va bibêjî doz ji aliyê din va jî ji partiyeke ku qet nabe dibî namzed. Dema tu li AK Partiyê siyasetê dikî heke tenê ji ber ku nebûyî namzed biçî cihekî din navê vê doza xizmeta bajarê xwe nîne, hewla xizmeta nefsê xwe ye. Tu karê me bi kesên ku didin pey nesfa xwe ra tune. Dema me te dikir namzed her tişt xwe bû lê dema me nekir namzed çi çêbû? Yanê tu dê heta dawiya emrê xwe bibî namzed? Ma tiştekî wiha çêdibe? Gelê min rayeyeke wisa neda min. Bi qasî tu dixebitî, layîq bibî eywallah."

Serok Erdogan got "Em bersiva herî xweş di atmosfera demokratîk da roja yekşemê bidin kesên di nav hesabê parçekirina 81 bajarên Tirkiyeyê da ne. Em ji 16 hezar û 500 kîlomêtreqareyê bersiva kesên ku êrîşî dînê me dikin, bidin. Em bersiva kesên ku li Meydana Taksîmê êrîşî banga me kirin, bidin." 

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE