"Nediyariya ku bi Brexitê zêde dibe gava Türkiye di nav malbata Ewropayê da ciyê heq dike bigire wê çareser bibe"

"Nediyariya ku bi Brexitê zêde dibe gava Türkiye di nav malbata Ewropayê da ciyê heq dike bigire wê çareser bibe"

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Nediyariya ku bi Brexitê zêde dibe gava Türkiye di nav malbata Ewropayê da ciyê heq dike bigire wê bê çareserkirin."

Erdogan li Qesra Çankayayê bi balyozên Ankarayê yên dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE) ra hat bal hev.

Serok Erdogan di axaftina xwe da der barê aşiya Kovîd-19ê da got aşiya me ku niha li ser însanan tê ceribandin piştî pesendkirinên hewcedar em ê pêşkêşî xizmeta gel û hemû mirovahiyê bikin.

Erdogan destnîşan kir li dijî hewldanên ku ji ser nexşeyên maksîmalîst yên derbas nabin da dixwazin welatê wan di peravên wê da hepis bikin derdikevin.

Serok Erdogan diyar kir bi behaneya yekîtiyê rojeva Türkiye û Yekîtiya Ewropayê hat sûîstimalkirin û wiha axivî, "Ev helwest him minasebetên me yên dûr û dirêj dîl girt û him jî îdiaya Yekîtiya Ewropayê ya bibe hêzeke herêmî û kurewî lawaz dike."

Erdogan destnîşan kir divê Rojhilatê Behra Sipî ji qada reqabetê derxin û bikin hewzeyeke yekîtiyê ku demeke dûr û dirêj xizmeta berjewendiyên wan bike.

Serok Erdogan diyar kir di demên dawîn da Yekîtiya Ewropayê bi terefê Tirkên Qibrîsê ra neketiye tu pêwendiyekê û got ku YE wê di çareserkirina meseleya Qibrîsê da çawa roleke hêsankirinê bilîze?

Erdogan destnîşan kir êdî hatiye fehmkirin ku ji tu denklemeke ku Türkiye û Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur di nav da nebe aştiya Behra Sipî dernakeve û wiha axivî, "Di dewsa xeberdana li ser çareseriyên ku li Qibrîsê bi ser neketine da divê em li ser alternatîfên nû û rasteqîn nîqaşê bikin."

Serok Erdogan got dijberiya Îslamê ji xeynî ku ji bona qederê 6 milyon însanên me yên li Ewropayê dijîn dibe talûke di heman demê da ji bona nirxên Ewropayê jî dibe gerînekeke mezin.

Erdogan diyar kir bi YEyê ra em amade ne ku bi nêrîneke dûr û dirêj rojeveke erênî daynin û têkiliyên xwe cardin bikin rê û wiha peyivî, "Pêvajoya endamtiya welatê me 60 salî çawa ji bona me terciheke stratejîk e ji hêla Yekîtiya Ewropayê va qebûlkirina endamtiya welatê me jî ji bona pêşeroja yekîtiyê wê terciheke ontolojîk be."

Serok Erdogan der barê rojanekirina Yekîtiya Gumrukê da got ku divê li gor rastiyên nû yên koçberiyê û bi awayekî ku têkiliyên me ewledar û baş bin bê kirin.

Erdogan destnîşan kir nediyariya ku bi Brexitê zêde dibe gava Türkiye di nav malbata Ewropayê da ciyê heq dike bigire wê bê çareserkirin.

Serok Erdogan got ku em di têkoşîna dijî terorê da tu dewleteke NATOyê tenê nahêlin, lê gelo çima hin dewletên NATOyê me tenê dihêlin?

Erdogan di axaftina xwe da bang li balyozan kir û got ku him li Brukselê û him jî li paytextan em dixwazin ku ji bona di pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û Türkiyeyê da rûpeleke nû vebe hûn piştgiriyê bidin û wiha pê da çû, "Di destê me da ye ku em sala 2021ê ji bona pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û Türkiyeyê da bikin sala sekeftinê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE