Nekbe: Ji bo gelê Filistînî navê talan û komkujiyê

72 sal beriya niha li ser axa Filistînê dewleta Israîlê hatibû damezrandin. ji wê rojê û pê ve ji bo filistîniyan koçberî, zilm û zordarî, talan û wêranê dest pê kir.

Nekbe: Ji bo gelê Filistînî navê talan û komkujiyê

72 sal beriya niha li ser axa Filistînê dewleta Israîlê hatibû damezrandin. ji wê rojê û pê ve ji bo filistîniyan koçberî, zilm û zordarî, talan û wêranê dest pê kir. Filistînê ji roja piştî roja damezrandina dewleta Israîlê, yanî roja 15ê gulanê re dibêjin "nekbe", yanî felkaeta mezin...

Nekbe...

Ji bo gelê Filistînê navê talan û komkujiyê ye...

Eş û jana 72 salî ye...

Filistînî ji vê rojê re dibêjin "Nekbe" yanî felaketa mezin.

Israîlê di 14ê Gulana 1948an de li ser axa Filistînê dewleta xwe îlan kiribû.

Ew roj bû destpêka felaket, êş û elemên li ser hev.

Ji ber vê yekê roja piştî ku Israîl bû dewlet, yanî roja 15ê Gulanê bi navê "Nekbeyê" bû sembol.

Ji wê rojê heta îro, Israîlê qismekî mezin yê axa Filistînê dagir kir.

Di komkujiyên Israîlê de bi hezaran Filistîniyan jiyana xwe ji dest da.

Nêzî milyonek kes ji cî û warên xwe bûn.

675 gund hatin tunekirin û hin bajar bûn bajarên Cihûyan.

Ji Nebkeyê heta niha Israîlê axa xwe berfirehtir kir.

Israîlê niha ji sedî 85ê axa Filistînê ya 27 hezar kîlometreqareyî dagir kiriye.

Ji bo gelê Filistînê bi tenê ji sedî 15yê axê maye.

Ligel vê yekê Israîl li Qudsa Rojhilat û Şerîaya Rojava ji bo Cihûyan avahiyan çêdike û van deran dike bajarên Cihûyan.

Israîlê ev herdu der di sala 1967an de dagir kiribû.

Peyva Nekbeyê ku sembola penaberiya Filistîniyan a li welatên wan e, ewilî ji aliyê dîroknasê Sûriyeyî Konstantîn Zûrayk ve hat bilêvkirin.

Zûrayk wek teorîsyenê neteweparêziya Ereban tê zanîn.

Zûrayk bi navê "Maneya Nekbeyê çî ye?" pirtûkek nivîsî û dû re navê "Nekbeyê" bi 15ê Gulanê bû yek.

Li çar aliyên cîhanê her sal di 15ê Gulanê de protestoyên Nekbeyê tên lidarxistin.

Navê Nekbeyê ji bo civaka Filistînê xwedî maneyeke cuda û ji bo civaka Israîlê jî xwedî maneyeke cuda ye.

Israîl 14ê Gulanê wek damezrandina dewleta xwe dizane.

Lê Filistînî roja Nekbeyê wek sirgûna ji sedî 67ê nifûsê wan, sirgûna 957 hezar kesî, wek dagirkeriyê, wek talan û wêranê, wek destpêka dîroka felaketan dizanin.

Ji wê rojê û pêva li ser riyê erdê hejmara penaberên Filistînî bû 6 milyon û 20 hezar.

Ji wan 5 milyon û 300 hezar di qeydên Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî de hene.

Hêzên Israîlê ji wê rojê heta niha 675 gund û bajarokên Filistînê tune kirin, bi hezaran Filistînî kuştin û gelek bajar kirin bajarên Cihûyan.

Di vê pêvajoyê de eşîrên li herêma Negevê hatin dûrxistin.

Navê bajar û gundan guhertin, nasnameya çandî tune kirin.

Ji roja reş Nekbeyê heta niha bi sed hezaran Filitînî li welêt yan jî derwelêt li kampên penaberan di nav şert û mercên zor û zehmet de jiyana xwe dewam dikin.

Li Xazzeyê 8 kampên penaberan hene.

Di bin dagirkeriya Isarîlê de, li ber xeta Xazzeyê li kampa Cîbaliyeyê 108 hezar Filistînî dijîn.

Cîbaliye kampa herî mezin e û di 1987an de li vir Întîfadaya Filistînê rû dabû.

Li Lubnanê 12, Urdunê 10 û li Sûriyeyê jî 12 kampên penaberên Filistînî hene.

Dîroka Nekbeyê kevn e û digihîje 2 sedsal berê.

Cara ewil Generalê Fransî Napolyon Bonapart di 1799an de fikra damezarandina dewleta Israîlê ya di nav axa Osmaniyan de anî zimên.

Dû re ji çar aliyên cîhanê kom bi kom Cihûyan ber bi Filistînê ve koç kirin.

Digel astengkirina Osmaniyan koça Cihûyan bi dawî nebû.

Generalê Îngiliz Edmûnd Elinbî di Berfenbara 1917an de Qudûs dagir kir û riya hereketa siyonîst vekir.

Piştî ku herêm ket kontrola Îngilizan koça Cihûyan zêdetir bû.

Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê di 1917an de "Deklerasyona Balfoûrê" ragihand û piştgirî da damezrandina dewleta Israîlê.

Di 29ê Cotmeha 1947an de Neteweyên Yekbûyî biryar da ku axa Filistînê wek dewleta Cihû û dewleta Filistînê were perçekirin.

Filistînî û Ereb li dijî biryarê rabûn, lê siyonîst ji biryarê razî bûn.

Rojek piştî biryarê çeteya çekdar a Cihûyan "Haganahê" dest da ser herêman.

Piştî ku rêveberiya Îngilistanê ji holê rabû, rêxistinên çekdar di 14ê Gulana 1948an de îlan kirin ku Deyvîd Ben Gûrîyin dewleta Israîlê damezrandiye.

Piştî vê dîrokê hêza Cihûyan ya li herêmê zêdetir bû.

Şerê Israîlê yê ligel Misir, Sûriye, Iraq, Mîrektiyên Ereban û Urdunê, rê li ber koçberiya Cihûyan negirt.

Piştî ku Israîl di 3yê adara 1949an de bû endamê Neteweyên Yekbûyî, ev şer jî bi dawî bû.

Ewilî Emerîka û dû re gelek dewletan dewleta Israîlê qebûl kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE