"Netanyahu terora dewletê dike"

Erdogan: "Netanyahu te deriyê şaş xist. Erdogan dengê mezlûman e, tu dengê zaliman î, tu terora dewletê dikî. Îsraîl heta hesabê gunehên xwe, sûcên mirovahiyê, komkujiyan û xirabkirinan nede, heqê wê tune kesî îtham bike."

"Netanyahu terora dewletê dike"

Serok Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Merasima Vekirina Giştî ya Şaredariya Arnavutkoyê bû.

- "Netanyahu te deriyê şaş xist"

Erdogan behsa gotinên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu yên wî rexne dikin kir û wiha got: "Netanyahu te deriyê şaş xist. Erdogan dengê mezlûman e, tu dengê zaliman î, tu terora dewletê dikî. Îsraîl heta hesabê gunehên xwe, sûcên mirovahiyê, komkujiyan û xirabkirinan nede, heqê wê tune kesî îtham bike."

Serok Erdogan polîtîkayên CHPyê rexne kirin û wiha axivî: "Li hemberî me partiyeke li hemberî nirxên gelê xwe şer dike, bi zanetî rê li ber pêşketin û mezinbûna welatê xwe digre heye. Di salên dawîn da ji bo rabûrdiya xwe ya sefîl veşêrin navên ecêb, namzedên bi îdeolojiyên xwe va dijî gelê me ne nîşan didin. Lê hesinê zeng bi boyaxkirina boyaxa stêrk va nabe zêr. Gelê me baş dizane ku di bin vê cîlayê da çi heye. Dema hinekî vedirojî rûyê rastîn ê CHPyê, zimanê siyaseta wê ya kirêt, kîna dijî nirxên me yên neteweyî û manewî derdikeve holê."

- "Pirsên ecêb bi tenê tên hişê CHPyê"

Erdogan behsa kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi jî kir û wiha got: "Tevgera me ya exlaqî ya ku me ji bo ronîkirina meseleya merhum Cemal Kaşikçî nîşan da ji hêla her kesî va tê pîrozkirin. Di vê mijarê da pirsên ecêb bi tenê tên hişê CHPyê. Vana bang Tirkî dan xwendin, ew li hemberî banga me tehemûl nakin. Vê hişmendiyê bi salan bi navê "hevdemî", "modenbûn", "gelbûn"ê hewl da di siyaset û xizmetê da bi awayekî herî hov gelê me bi rê va bibe."

- "Bersiva li hember ji CHPyê tê"

Serokomar Erdogan wiha dewam kir: "Em PKKyê têk dibin bersiva li hember ji CHPyê tê. Em ji FETOyê ra dinyayê teng dikin, bersiva li hember ji CHPyê tê. Dersa herî baş a ji bo vê hişmendiya ku serokomarekî bi raya gel hatiye hilbijartin bi xeniqandinê, jehrîkirinê û darbeyê tehdîd dike ew e ku ew di sindoqê da bê têkbirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Kanûn 2018, 18:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE