"Neteweyîbûna tenduristiyê qasî pîşesaziya parastinê girîng e"

Serok Recep Tayyîp Erdogan der barê neteweyîbûna di warê tenduristiyê da diyar kir gorî qinaeta me ev mijar bi qasî pîşesaziya parastinê hesas û girîng e.

"Neteweyîbûna tenduristiyê qasî pîşesaziya parastinê girîng e"

Serok Recep Tayyîp Erdogan der barê neteweyîbûna di warê tenduristiyê da diyar kir gorî qinaeta me ev mijar bi qasî pîşesaziya parastinê hesas û girîng e.

Erdogan li Salona Sporê ya Kuliyeya Gulhaneyê di mersima vekirina sala akademîk ya 2018-2019an ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir 16 sal in mijara tenduristiyê mijareke sereke ye ku bi baldarî li serê dixebitin û got di vî warî da me veberhênanên mezin kirin û encamên baş derketin.

Erdogan diyar kir wê meha Kanûnê li Bîlkentê nexweşxaneya xwe ya bajêr vekin û wiha got: "Bi saya nexweşxaneyên xwe yên bajêr em ê di warê turîzma tenduristiyê da jî pêşketineke mezin bi dest bixin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir di warê tenduristiyê da pêwistiya Tirkiyeyê bi neteweyîbûn û xwemalîbûneke demildest heye û wiha peyivî: "Em dixwazin êdî em bixwe tomografî, ultrasonografî û MRa xwe çêkin. Tirkiye dikare çêke û ev aqil di me da heye. Em fîrmayên naskirî yên navneteweyî ji bona xebatên hevbeş vedixwînin û helwestên erênî hene. Em ê van xebatan li welatê xwe bikin."

Erdogan der barê neteweyîbûna di warê tenduristiyê da diyar kir gorî qinaeta me ev mijar bi qasî pîşesaziya parastinê hesas û girîng e.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2018, 14:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE