"Neteweyên mezin ji malbatên zexim pêk tên"

Serok Erdogan: "Neteweyên mezin ji malbatên zexim pêk tên. Ji ber vê li vî welatî bi salan xebitîn û zarok çênebin. Gotin kontrola bizaromayînê, pîlankirina malbatê. Bi navê cuda hewl dan tesîrê bihêlin."

"Neteweyên mezin ji malbatên zexim pêk tên"

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Neteweyên mezin ji malbatên zexim pêk tên. Ji ber vê li vî welatî bi salan xebitîn û zarok çênebin. Gotin kontrola bizaromayînê, pîlankirina malbatê. Bi navê cuda hewl dan tesîrê bihêlin. Ya rastî bi van kirinan jî serjimara me hat kêmkirin. Wekî ewladekî vî welatî min ev rast nedît û nabînim. Li her ciyê dibêjim 3 zarok hin kes dibêjin "pirsgirêka debarê" heye. Vê qet ji bîr nekin her zarok bi nesîbê xwe tê dinyayê, bi rizqê xwe tê."

Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê di Şûreya Malbatê ya 7emîn da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir di civakeke ku malbat ji holê rabe da civak çiqas dewlemend dibe bira bibe nikare li ser xwe bimîne û wiha got: "Heger malbat belav bibe wek gel wê hebûna me jî bikeve xetereyê. Em di demeke wisa dijwar da ne ku zewac tê bêqîmetkirin, têkiliyên ku zewac tuneye tên normalîzekirin û devjihevberdana jin û mêran tê teşwîqkirin."

Erdogan destnîşan kir neteweyên mezin ji malbatên zexim pêk tên û wiha got: "Ji ber vê li vî welatî bi salan xebitîn û zarok çênebin. Gotin kontrola bizaromayînê, pîlankirina malbatê. Bi navê cuda hewl dan tesîrê bihêlin. Ya rastî bi van kirinan jî serjimara me hat kêmkirin. Wekî ewladekî vî welatî min ev rast nedît û nabînim. Li her ciyê dibêjim 3 zarok hin kes dibêjin "pirsgirêka debarê" heye. Vê qet ji bîr nekin her zarok bi nesîbê xwe tê dinyayê, bi rizqê xwe tê."

Serok Erdogan diyar kir medya dema di bin navê bernameyên jinan da malbatê binpê bike ev tê wê meneyê ku pirsgirêkeke mezin heye.

Erdogan diyar kir heke têlefon, tablet û têlevîzyonê daneynin aliyekî û bi ferdên mala xwe ra eleqedar nebin wê nikaribin pêşî lê bibirin ku zarokên wan bibin obezên ragihandinê û wiha dewam kir: "Ji bo reytîngê heke di rêzefîlman da têkiliyên nebaş baş werin nîşandan û merivan teşwîqî tundiyê bikin gavên ku dewlet diavêjin ew ê bêmene bimînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Gulan 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE