Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di bangewaziya xwe da ji Ermenistan û Azerbeycanê xwest ku bila ew demildest dawî li şerê Qerebaxa Çiyayî didome bînin, rageşiyê kêm bikin û gavek zû dest bi gotubêjê bikin.
Şerê li Qerebaxa Çiyayî dewam dike di civîna girtî ya KENYê da hat qisekirin.
Di encama civînê da daxuyaniyeke hevpar hat dayîn û hat gotin ku herekata eskerî ya mezin a li ser xeta Qerebaxa Çiyayî wan ditirsîne.
Di daxuyaniya KENYê da kuştina sivîlan û hêz bikaranîn hat şermezarkirin. Hat xwstin ku bila herdu alî jî demildest dawî li şerê Qerebaxa Çiyayî didome bînin, rageşiyê kêm bikin û gavek zû dest bi gotubêjê bikin.
Di 27ê Îlonê da ber destê sibehê li ser xeta Ermenistan-Azerbeycanê hêzên Ermenistanê bi ser cih û warên sivîlên Azerbeycanê da gule barandin û li ser vê tevgerê şer dest pê kir. Artêşa Azerbeycanê jî li ser vê dest bi êrîşê kir û hin cihên dagirkirî rizgar kiribû.AA