"Nexweşxaneyên rewşa acil wê bibin rûmeta welatê me"

Serok Erdogan: "(Nexweşxaneyên rewşa acil) Ev saziyên tenduristiyê wê bibin rûmeta welatê me"

"Nexweşxaneyên rewşa acil wê bibin rûmeta welatê me"

Serok Erdogan: "Di heyama şewbê da hê du meh temam nebûn me nexweşxaneyên rewşa acil kirin xizmetê û li gor baweriya min ev nexweşxane modeleke ku divê weke mînak werin hildanê ne."

 "Tirkiyeyê bi binesazî û pergala xwe ya tenduristiyê va di dema şewbê da bal kişand li ser xwe."

"Li dinyayê gelek welatan hewl da ku bi nexweşxaneyên sahrayê û yên bi prefabrîk va pirsgirêkê çareser bikin, lê me di demeke kin da nexweşxaneyên mayînde ava kirin û me pirsgirêk çareser kir."

 "(Nexweşxaneyên rewşa acil) Ev saziyên tenduristiyê wê bibin rûmeta welatê me"

"Di turîzma tenduristiyê da em gaveke pir cidî diavêjin."

 "Hemd ji Xwedê ra bêyî ku pêwîstî bi kapasîteya pêvek ku me li vê derê verast kir çêbe, me leza belavbûna şewbê şikênand."

 "Hewcedariya Tirkiyeyê bi pevçûnê na, bi siyaseta berhaman heye."

 "Êdî dewra kesên ku nirxên hevpar ên welatê me îstismar dikin bi dawî dibe."

 "Ji bo her roja ku me xizmetê da welat û gelê xwe, her gava ku me di vê rêyê da avêt û her nefesa ku me hilda me hemd ji Xwedê ra kir."

 "Salên koalîsyonê çawa rewşa Tirkiyeyê xirab kir destketiyên me yên ku di 18 salan da nîşan didin."

 "Kê di wê mijarê da piştgiriya gel werbigire ku dê bêtir veberhênan, hilberîn, îstixdam, kar, nan, standarda bilindtir a jiyanê pêşpêş bike, ew dê welêt bi rê va bibe. Hemû dek û dolap navxweyî û dereke yên ji dervayî van mehkûmî wê yekê ne ku li dîwarê îradeya gel biqelibin û belav bibin."

 "Li pêşiya Tirkiyeyê nexasim ji xeynî demokrasî û pêşketinê alternatîfeke din tuneye."

"Kesên ku di demokrasî û aboriyê da xizmetên ku miletê me li benndê ne, nikarin pêşkêş bikin, bi dek û dolabên wesayetê va îqtidar nêzî xwe dikirin, lê ew dewr li paş maye."

 "Her kî milet qanî bike ku ew ê li Tirkiyeyê demokrasî, azadî, edalet, ewlehî, polîtîkaya derva, çand û hunerê pêşva bibe, welat teslîmî wî tê kirin."

"Ji bo welatê me çaryeka duyemîn hinekî bipirsgirêk bixuyê jî, lê pey wê ronî ye."

"Ji sanayiyê bigirin heta çandiniyê, ji bazirganiyê heta turîzmê di her qadê da pêşiyê em ê xwe berhevî ser hev bikin, paşê bi lez û bez gavan bavêjin."

 "Geşedan û nîşane didin nîşan ku piştî şewbê aboriya kurewî wê ji nû va saz bibe û welatê me wê tê da li cihekî pir biavantaj bisekine."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE