"nîhaî armanca Türkiyeyê di pêvajoya YEyê de, endamtiya bi temamî ye"

Îbrahîm Kalin derbarê qebûla Seroka Komîsyona YEyê Leyen û Serokê Konseya YEyê Michel daxuyanî da.

"nîhaî armanca Türkiyeyê di pêvajoya YEyê de, endamtiya bi temamî ye"

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ragihand ku hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya YEyê Charles Michel di keşûhewayeke erênî de derbas bûye.

Berdevk Kalin derbarê qebûla Seroka Komîsyona YEyê Leyen û Serokê Konseya YEyê Michel li Kulliyeya Serokomariyê ji aliyê Serokomar Erdogan ve daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Kalin wiha got, "Hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya digel Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya YEyê Charles Michel di keşûhewayeke erênî de derbas bûye. Di hevdîtinê de bi dûr û dirêj li ser têkiliyên Türkiye-YEyê gotûbêj hat kirin."

Berdevk Kalin wiha pê de çû:

"Cenabê Serokomarê me, derbarê siberoja têkiliyên bi YEyê re perspektîfa Türkiyeyê xiste rû û anî ziman ku nîhaî armanca Türkiyeyê di pêvajoya YEyê de, endamtiya bi temamî ye. Di hevdîtinê de mijarên weke rojanekirina mitabeqeta koçê, nûkirina Yekîtiya Gumrukê, dana serbestiya vîzeyê ji bo welatiyên Türkiyeyê, temasên di navbera gelan de û şêwrên ast bilind ên siyasî hatin rojevê. Hat destnîşankirin ku pêdivê YE gavên berceste yên ku piştevaniya rojeva pozîtîv bike, biavêje. Pêdivê pirsa penaberan jî bi hişmendiya hevpar a berpirsiyariyê bê nirxandin. Li hember bê îstiqrarî û qeyrana mirovî jî lazim e demildest mitabeqeta koçê were nûkirin."

Îbrahîm Kalin anî ziman ku di hevdîtinê de tekezî li hevkariya têkoşana dijî terorê hatiye kirin û destnîşan kir ku ji bo asayiş û îstiqrara mayinde, pêdivê li hember hemî cure rêxistinên terorê yên weke DEAŞ, PKK/YPG, FETO têkoşaneke bi bandor bê ajotin.

Berdevk Kalin îfade kir ku di civînê de pêşhatên di çarçoveya berengariya dijî pandemiya Kovîd-19ê, pêvajoyên vaksînlêdanê û qadên hevkariya muhtemel jî hatine nirxandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE