"Niha 95 milyar dolar rezerva me ya dowîzê heye"

Serok Erdogan: "Dema em hatin ser wezîfeyê 27 milyar û nîv dolar rezerva Bankeya Navendî hebû. Niha 95 milyar dolar rezerva me ya dowîzê heye.

"Niha 95 milyar dolar rezerva me ya dowîzê heye"

Serokkomar û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Kongreya Bajêr a Asayî ya 7emîn a İzmirê ya ku Salona Sporê ya Halkpinarê hat lidarxistin da axivî.

Erdogan anî ziman yekitî û hevrabûna welêt û gel xerab bibe, lê ew li hemberî vê yekê û dijî terorê ne û wiha dewam kir: "Li ku, li kîjan şikeftê terorîstek hebe di wê şikeftê da em jî hene. Ev hişmendiya qirêj ya ku şûna sekneke birûmet rêxistina terorê şermezar bike, her tim dewletê sûcdar dike, di qetla her bêgunehekî da xwedî webal e. Li cihê ku hilberîn sekinîbe, perê ku dewletê daye ji Qendîlê ra were şandin û hilberîn jî û xizmet jî tunebe em ê îro jî sibê jî qeyûm daynin û di vê yekê da jî berdewam bin."

- "Kampanyayeke şexsê min û hemû malbata min hedef digire tê meşandin"

Serok Erdogan Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir û wiha axivî: "Kemal Kiliçdaroglu ne weke ku di mecraya siyasetê bixwe da bûbe serokê giştî û serokatiya CHPyê dike, weke projeyekê li wê derê ye. Hey Kiliçdaroglu, tu qet çûyî semtê dayikên Diyarbekirê, te qet dayikên mexdûrê terorê yên li Diyarbekirê ziyaret kirin? CHP û hevkarên wê wezîrê me yê berê Berat Albayrak û li gel wê şexsê min û hemû malbata min hedef digire û kampanyeyeke wiha dide meşandin. Em ji wan kesên ku Tayyîp Erdogan, malbat û rêhevalên wî hedef digirin û enerjiya me didizin ra dibêjin ji vir tiştek wê nekeve destê we, herin deriyekî din."

- "Gavên di qada vejenê ya Türkiyeyê hatin avêtin da amadehî û stratejiyên heyama wezîrtiya Berat Beg hene"

Erdogan gotinên der barê Wezîrê berê Berat Albayrak da tên gotin rexne kir û wiha dewam kir: "Bêsiûdiya Berat Beg a di wezîfeya wî da ew bû ku sifata "zava" li pêş xîret, serkeftin û tecrûbeyên wî hat bikaranîn. Gavên di qada vejenê ya Türkiyeyê hatin avêtin da amadehî û stratejiyên heyama wezîrtiya Berat Beg hene. Di vê heyama kar û barên tedarikê yên kurewî wiha zirar dîtiye, ji hîlberînê bigirin heta îstixdamê aboriya kurewî nebaş bûye da me bi saya tevdîrên baş û bilez ên bi berpirsyariya Berat Beg hatin meşandin ev dem bi zirareke kêm derbas kir."

- "Hemû kar û barên dowîzê li gor rêbazên piyaseyê û hiqûqê ye"

Serok Erdogan behsa aboriyê û piyasaya dowîzê jî kir û wiha got: "Dema em hatin ser wezîfeyê 27 milyar û nîv dolar rezerva Bankeya Navendî hebû. Niha 95 milyar dolar rezerva me ya dowîzê heye. Ne pûçbûna dowîz ne jî îstismarek, qezenceke neheq, karekî dijî hiqûqê û exlaq heye. Hemû kar û barên dowîzê li gor rêbazên piyaseyê û hiqûqê ye. Kemal Beg, Faîk Oztrak ma hûn dizanin niha yek qurişeke Xwedê jî deynê me ji IMFyê ra tune, ev mijar qediya."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE