"Niha Îstanbul di merheleya rêyek û tercîheke nû da ye"

"Înşeallah Stenbolê êvara 31ê Adara 2019an ji bo ku şêniyên wê li her derê kêfxweş bin, hizûr û aramî hebe û bibe bajarekî kêfxweşiyê şaredarên ku bikaribin bajêr ber bi pêşerojê va bibin hilbijêre."

"Niha Îstanbul di merheleya rêyek û tercîheke nû da ye"

Serok û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku Stenbol di merheleya rêyeke nû da ye û wiha pê da çû: "Di merheleya tercîheke nû da ye. Înşeallah Stenbol, êvara 31ê Adara 2019an ji bo ku şêniyên wê li her derê kêfxweş bin, hizûr û aramî hebe û bibe bajarekî kêfxweşiyê û şaredarên bikaribin bajêr ber bi pêşerojê va bibin, hilbijêre."

Erdogan li Eywana Sporê ya Sînan Erdem ku Bernameya Nasandina Namzedên Serokên Şaredariyên Stenbolê yên ji bo Hilbijartina Herêmî ya 31ê Adarê da kifş kiribû da, axivî.

Di axaftina xwe da Serok Erdogan pesnê Stenbolê da û got: "Wek AK Partî em ê him li Bajarê Mezin û him jî li hemû navçeyan bi namzedên ku wê bi hemû hebûna xwe ji bo Stenbolê bixebitin derkevin pêşberî gel."

Erdogan ji ber tevgerên siyasî CHPê rexne kir û got ku heger talûkeya herî mezin erdhej be, talûkeya herî mezin ya siyasî jî hişmendiya CHPyê ye û wiha pê da çû: "Heger CHP nav û kirasê xwe jî biguherîne gel dîsa ji deng CHPyê nas dike."

Di berdewamiya axaftina xwe da Erdogan ragihand ku milet CHPê baş nas dike û wiha dewam kir: "Miletê me (CHPyê) çawa nas dike? Ji dewra yekpartiyê pê va bi zilma wê nas dike. Bi piştevaniya ku da derbe û cuntayan nas dike. Ji ber ku li terorîstan xwedî derdikeve nas dike. Ji neyariya li hemberî bawerî, çand û dîroka xwe nas dike. Bi têkiliya ku bi rêxistinên terorê ra danî nas dike. Ji ber ku welatê xwe li dervayî welêt gilî dike û bi vî awayî li pey berjewendiya siyasî baz dide, nas dike. Ji serokê giştî ku bi xwe newêribû ji bo serokomariyê bibe namzed, nas dike."

Serok Erdogan li ser aboriya Tirkiyeyê jî sekinî û got: "Aboriya me her diçe baş dibe û nîşanên şênber di her warî da hene. Înşellah em ê di îxracatê da bi 170 milyar dolarî rekorê bi dest bixin. Di rojên borî da mehaniya herî kêm hat eşkerekirin. Di 15 salên dawîn da bi tenê sê caran tespîta mehaniya herî kêm bi yekdengî hatin qebûlkirin. Mehaniya herî kêm a sala 2019an jî ji wan yek e."

Erdogan destnîşan kir ku AK Partî li 3 navçeyan wê piştevaniyê bide namzedên MHPê û wiha dewam kir: "Em li 3 navçeyên Stenbolê namzedan nîşan nadin û wek namzedên Îtifaqa Cumhur me 3 nav eşkere kirin."

Di berdewamiya axaftina xwe da Erdogan destnîşan kir ku ew ê di hilbijartinên herêmî da li Beşiktaşê piştgiriyê bidin Serkan Toperî, li Maltepeyê bidin Ahmet Baykan û li Silîvriyê jî Volkan Yilmazê ku namzedên MHPyê ne.

Wek namzedê Bajarê Mezin yê Stenbolê yê AK Partiyê jî Bînalî Yildirim hat eşkerekirin û Serok Erdogan ji bo vê tercîhê jî got: "Me yekî taybet, xwedîtecrube, pratîk, xebatkar û jêhatî wek namzed nîşan da. Stenbol layiqî vê ye."

Namzedên AK Partiyê ji bo navçeyên Stenbolê nîşan dan ev in:

AK Partiyê li Adalarê Ozlem Oztekin Vuralê, li Arnavutkoyê Ahmet Haşim Baltaci, li Ataşehirê Îsmaîl Erdem, li Avcilarê Îbrahîm Ulusoy li Bagcilarê Lokman Çagrici, li Bahçelîevlerê Hakan Bahadir, li Bakirkoyê Mehmet Umur, li Başakşehirê Yasîn Kartoglu, li Bayrampaşayê Atîla Aydiner, li Beykozê Murat Aydin, li Beylîkduzuyê Mustafa Necatî Işik, li Beyogluyê Haydar Alî Yildiz, li Buyukçekmeceyê Mevlut Uysal, li Çatalcayê Mesut Uner, li Çekmekoyê Ahmet Poyraz, li Esenlerê Mehmet Tevfîk Goksu, li Esenyurtê Azmî Ekincî, li Eyupsultanê Deniz Koken, li Fatîhê Ergun Turan, li Gazîosmanpaşayê Hasan Tahsîn Usta, li Gungorenê Bunyamîn Demir, li Kadikoyê Ozgul Ozkan Yavuz, li Kagithaneyê Mevlut Oztekin, li Kartalê Ebubekir Taşyurek, li Kuçukçekmeceyê Temel Karadeniz, li Pendikê Ahmet Cin, li Sancaktepeyê Şeyma Dogucu, li Sariyerê Salih Bayraktar, li Sultanbeyliyê Huseyîn Keskin, li Sultangaziyê Abdurrahman Dursun, li Şileyê Îlhan Ocakli, li Şîşliyê Nîhal Yildirimê, li Tuzlayê Şadî Yazici, li Umraniyeyê Îsmet Yildirim, li Uskudarê Hilmî Turkmen, li Zeytinburnuyê Omer Arisoy wek namzedê şaredariyê nîşan da. 

Wek namzedê Bajarê Mezin yê Stenbolê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim hat eşkerekirin.

"(Namzediya Bînalî Yildirim) Me yekî taybet, xwedîtecrube, pratîk, xebatkar û jêhatî wek namzed nîşan da. Stenbol layiqî vê ye."

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Kanûn 2018, 18:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE