Nobeda dayikên Diyarbekirê 110 roj e dewam dike

Dayikên Diyarbekirê ji 3yê îlonê vir da 110 roj in çalakiya xwe didomînin...

Nobeda dayikên Diyarbekirê 110 roj e dewam dike

Nobeda "dayikên Diyarbekirê" ji bo bigihêjin zarokên xwe yên revandine serê çiyê, li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dan destpêkirin dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin ji 3yê îlonê vir da 110 roj in çalakiya xwe didomînin.

Emîne Kayaya dayik di daxuyaniya xwe da diyar kir ku hê kurê wê bernedan, hetanî zarokên xwe hilnedin ew ê çalakiyê bi dawî nekin.

Kayayê wiha got: "5 sal derbas bû ji ser revandina kurê min ra. Ez 5 sal e êş û janê dikişînim. Heke wijdan û merhemeta wan hebe ew ê kurê min berdin. Ez kurê xwe dixwazim, kurê min berdin. Em hem li malê hem jî li vê derê pêrîşan bûn. Hetanî kurê min bernedin ez ê vê derê terk nekim. Mirin heye vegerîn tune. Jixwe 5 sal e ez mirî me."

"Dibê her kes rûyê van ê rastî bibîne"

Şevket Bîngolê bav jî got ku ew ê bi biryardarî çalakiya xwe bidomînin.

Ji ber ku li avahiya bajêr a HDPyê ji aliyê paşiyê ra derî vekirin Bîngol bertek nîşan da û wiha pê da çû:

"Ev partiya siyasî nîne, partiya PKKyê ye. Êdî cî nema ku ev birevinê. Nikarin ji me xilas bibin. Yan ew ê zarokên me bînin, yan jî siyasetê nekin îstifa bikin. Dibê her kes rûyê van ê rastî bibîne. Lewra her tişt tê serê feqîran. Zarokên me dibin, zirarê didin malên me, wesayîtên me dişewitînin. 81 milyonê Tirkiyeyê ji van zirar dît. Zarokên me sax in an mirî em wê jî nizanin. Bi îzna Xwedê em ê hetanî dawiyê li vê derê rûnin."

Bîngol got hê dibînin ku zarok tên avahiya HDPyê û diçin û wiha pê da çû: "Bira dayik û bav li zarokên xwe xwedî derkevin. Zarokên we dixapînin dişînin çiyê. Em çawa hesreta zarokên xwe mane ew ê ji hesret bimînin. Bira dê û bav nebêjin em HDPyî ne zarokên me bira herin wê derê. Şaşiyê dikin. Ew ê êş û janeke mezin bikişînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE