Nobeda dayikên Diyarbekirê 121 roj e dewam dike

Sevde Demira dayik: "Heke îro kurê min li cem bûya hizûra me yê hebûya. Me yê bi hev ra serê salê pîroz bikira. Em ê rûniştina û me yê sohbet bikira. Ne eydî, ne dawet ne jî serê salê ma ji me ra."

Nobeda dayikên Diyarbekirê 121 roj e dewam dike

Dayîkên Diyarbekirê bi hêviya bigihîjin zarokên xwe yên revandine çiyê nobeda ewladan a li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê didomînin.

Dayikên Diyarbekirê yên ji ber revandina zarokên xwe HDPyê wekî berpirsyar dibînin û di 3yê îlonê da li pêşiya avahiya serokatiya partiyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û çalakî di roja 121î da dewam dike.

Sevdet Demira dayîk a bi wêneya di destê xwe da çalakiya xwe didomîne diyar kir ku Fatîhê kurê wê 4 sal berê dema li firna nan a li Haniyê dixebitî û navbeykariya HDPyê revandine çiyê.

- "Zarê me tune, hizûra me nema"

Demirê got ku ew ê bi biryardarî çalakiyê bidomînin û wiha axivî: "Em emîn in ku HDPyê zarên me birine çiyê. Zarên me çawa xapandin û birin çiyê bira wisa jî paşda bînin. Em ji bo zarên xwe hatin vê derê."

Demirê got hetanî zarên wan neyên ew ê çalakiyê bidomînin û wiha pê da çû:

"Zarê me tune, li malê hizûra me nema. Çi heqê wan heye ku zarên me birine û naynin? Berf jî bibare, ji sermayê bimrim jî hetanî kurê xwe hilnedim ez ji vê derê naçim. Em zarên xwe dixwazin. Xwestina zarên me heqê me ye. Ma tu me ji bo wan zar anîn dinyayê? Me bi çi halî mezin kirin. Hetanî kurê min neyê ez naçim."

Demirê got gelekî bêriya kurê xwe kiriye û wiha axivî: "Heke îro kurê min li cem bûya hizûra me yê hebûya. Me yê bi hev ra serê salê pîroz bikira. Em ê rûniştina û me yê sohbet bikira. Ne eydî, ne dawet ne jî serê salê ma ji me ra. Yekê me kêm e lêbelê wekî ku em gişt kêm in. Tehma tu tiştekî nema."

- "121 sal be jî ez ê li vê derê bim"

Emîne Kayaya dayîk got hetanî ku bigihîje ewladê xwe ew ê çalakiyê bidomîne.

Kayayê wiha got, "HDPyê kurê min revand û da PKKyê. 121 roj in ez li vê derê me. Înşeallah ez ji kurê xwe xeberekê hildim, ez hilnedim jî ji vê derê naçim. 121 sl be jî ez ê li vê derê bim. Ez hêvî dikim ku cabeke xêrê ji kurê xwe hildim û min pir bîra wî kiriye."

- "Heta ez kurê xwe hilnedim, ez naçim"

Şevket Bîngol jî ji bo Tuncayê kurê xwe yê ku 5 sal berê revandin serê çiyê çalakiya rûniştinê dike. Bîngol got ku ew ji bo ewladên xwe serê salê jî di sala nû da jî nobeta xwe didomînin.

Bîngol diyar kir ku ew xemgîn ketin sala nû û wiha dewam kir, "Di serê salê da stûyê me xar bû. Her kes bi zarokên xwe ra ye, kêfxweş e, lê em jî xemgîn bûn. Lewra zarokên me revandin serê çiyê. HDPyê zarokên me xapandin, birin. 121 sal jî derbas bibe heta ez kurê xwe ji HDPyê, PKKyê nestînim, ez naçim. Lewra HDPyê kurê min bir."

Bîngol diyar kir ku wî bîra bêhn û dengê Tuncayê kurê xwe kiriye, kurê wî dixwas bibe polês an jî esker, lê xeyala wî nîvco ma.

Bîngol wiha dewam kir: "Min dixwast ku ez sersala 2020î da kurê xwe hembêz bikim. Min dixwast ku hemû zarokên min li dora min bûna. Ez çima li vê derê me? Stûyê min çima xar e? Lewra HDP li ser xûna Kurdan dileyîze. Kurdan bi Kurdan dide xeyîdandin. Ez dixwazim bangî parlamenterên HDPyê bikim. Ji vê derê siyasetê nekin, êdî li ser xûna Kurdan neleyîzin. Ez bangî wan dikim ku îstifa bikin."

Bîngol bangî kurê xwe kir û wiha got, "Halê me perîşan e. Bêyî te nabe. Tu hêzên asayîşê, eskeran, polêsan li ku derê bibînî, bireve û teslîmî wan bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE